Li Xezayê 16 kes hatin kuştin

Hate ragihandin ku di encama êrişên Îsraîlê yên li Xezayê de 16 kes hatin kuştin.

Li Xezayê 16 kes hatin kuştin
28 hezîran, 2025   12:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medyayên Filistînê, ji berbanga îro ve di encama êrişên Îsraîlê yê li ser Xezayê de 16 kes hatine kuştin.

Rojnameya Haaretz a Îsraîlê duh îdia kiribû, "leşkerên Îsraîlê fermana gulebarankirina Filistîniyên ku nêzîkî cihên alîkariyê yên li Xezeyê dibin, wergirtine".

 Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Wezîrê Parastinê Îsraîl Katz ev îdia derewandin û hate gotin "Ev îdia derewên xerabkar in, armanca jê xirabkirina wêneya artêşê ye."

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê, ji destpêka ku Weqfa Mirovî ya Alîkariyan a Xezayê dest bi belavkirina alîkariyan kiriye ve an ku ji nêzî mehekê, zêdetirî 500 kes hatine kuştin û bi sedan kes jî birîndar bûn.

Li gorî daneyên heman wezaretê, ji Cotemeha 2023’an ve di encama êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de 56 hezar û 300 Filistînî hatine kuştin, 132 hezar û 600 kes birîndar bûn ku ji sedî 72 jin û zarok in, her wiha  11 hezar kes winda ne.

(bb)