Peyama YRA’yê ya salvegera damezirandina YRJ’ê

Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) bi peyamekê salvegera 5’emîn a damezirandina Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ) pîroz kir. Di peymanê de hate gotin "Em hewildan û keda we weke hewceyeke pêkve jiyanê dinirxînin."

Peyama YRA’yê ya salvegera damezirandina YRJ’ê
28 hezîran, 2025   12:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya salvegera 5’emîn a damezirandina Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ),  Yekitiya Ragihandina Azad  (YRA) peyama pîrozbahiyê weşand. Di peyama YRA’ê de ev tişt hat gotin:

"Bi boneya pêncemîn salvegera damezirandina yekîtiya we ya pêşeng YRJ’ê, em dilxweşî û pîroziyên xwe ji we re dişînin. YRJ’ê kevirê bingehîn di xurtkirina deng û rolê jinaragihîner de cih girtiye û ji bo guherîn û avakirina têgihajtina civakî, rola bingehîn girtiye ser xwe.

YRJ’ê bi serketinên xwe yên berbiçav cihê jina ragihîner bilind kir û weke beşek biryardar di warê ragihandinê de bi cih kir. Bi xebatên xwe yên profesyonel û pêşeng, babeta ragihandinê dewlemend kir û hebûna jinan di vî warî de xurt kir.

Em hewildan û berdewamiya keda we yên pêşeng weke hewceyeke pêkve jiyanê dinirxînin. Her wiha piştgirî û dilsoziya we ji bo pêşxistina ragihandinê, kedek mînak û cihê rêzê ye.

Bi pêşengiya we, avakirina hevjiyana azad misoger dibe. Bi vê boneyê, em carek din ji xebat û keda we ya pêşeng re serkeftinê dixwazin."

(bb)