Li Xezayê 14 filistînî hatin kuştin

Di êrişên îro yên Îsraîlê yên li ser Xezayê de 14 filistînî hatin kuştin.

Li Xezayê 14 filistînî hatin kuştin
8 mijdar, 2024   13:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Çapemeniya Filistînê ragihand ku balafirên Îsraîlê li taxa Derec a li naverasta Xezayê malek bombebaran kir û di encamê de jin û zarok jî di nav de, 9 kes hatin kuştin.

Hate diyarkirin ku li bakurê rojavayê Xezayê jî li nêzî otela Meştelê  malek hat bombebarankirin. Hate zanîn ku di bombebaranê de 4 kes hatine kuştin.

Li gorî çapemeniya Filistînê, artêşa Îsraîlê li herêma Ebû Miela ya bakurê rojavayê kampa Nisêrat a li naverasta Xezayê malek bombebaran kir, di encamê de hinek welatî birîndar bûn.

Li gorî Ajansa SAFA Press a Filistînê, keştiyên şer ên Îsraîlê peravê bajarê Refetê yê başûrê Xezayê kirin hedef, di encamê de masîgirek hat kuştin û 3 kesên din birîndar bûne.

Hate diyarkirin ku herêma Mistefawiyê ya bakurê bajarê Xezayê, bakurê Birêc û kampa Nisêrat û rojhilatê bajarê Xan Yûnisê bi dijwarî hatin topbarankirin û bombebarankirin.

Heman ajansê ragihand ku di encamê şerê li Xezayê de ku ketiya roja xwe ya 339ˈan, heya niha 43 hezar û 391 kes hatine kuştin, 102 hezar û 347 kes jî birîndar bûne û bi hezaran kes di bin kavilan de asê mane ku tîmên parastina sivîlan nikarin xwe bigihînin wan.

(bb)