Asayîşa PDK’ê nûnerên HDP’ê ji Hewlêrê derxistin

Asayîşa PDK’ê, berdevk û endamên Nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê bi darê zorê ji Hewlêrê derxistin.

Asayîşa PDK’ê nûnerên HDP’ê ji Hewlêrê derxistin
8 mijdar, 2024   14:15
NAVENDA NûÇEYAN

Asayîşa PDK’ê berdevk û endamên nûnertiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a li Başûrê Kurdistanê, ji Hewlêrê dersînor kirin. 

Li gorî agahiyan berdevk Hikmet Hatîp û endamên nûnertiyê Aydîn Yalvaç, Sitki Vakar û Nasir Yagiz, ji aliyê Asayîşa PDK’ê ve ji bo asayîşê hatine vexwendin. Hate zanîn ku piştî hatin vexwendin, asayîşê ew bi darê zorê li wesayîtan siwar kirine û ji sînorên Hewlêrê derxistine.

Li gorî agahiyên Rojnewsê dane, berdevk û endamên HDP’ê li 2 wesayîtan hatine siwarkirin û li nêzî sînorê Silêmaniyê danîne.

Der barê mijarê de heya niha hikumeta demborî ya Başûr û HDP’ê daxuyaniyeke fermî nedaye.

Tê payîn berdevk û endamên HDP’ê yên ji Hewlêrê hatine derxistin, di saetên pêş de li Silêmaniyê daxuyaniyekê bidin.