Li Xan Yûnisê 29 filistîniyên din hatin kuştin

Di bombebarana artêşa Îsraîlê de 29 filistînî hatin kuştin û 50 kesên din birîndar bûn.

Li Xan Yûnisê 29 filistîniyên din hatin kuştin
10 tîrmeh 2024   12:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê ji 7’ê Cotmehê ve êrişên xwe yên li ser Xezayê bê navber didomîne. Artêşa Îsraîlê dîsa filistîniyên ku ji cihê xwe bûne û xwe spartine dibistanê, kirin hedef.

Di komkujiya Xan Yûnisê de ku piranî jin û zarok bûn, 29 kes hatin kuştin û zêdetirî 50 kes jî birîndar bûn.

Wezareta Tendirustiyê ya Filistînê daxuyaniyek da û got: “Dagirkeran li navçeya Abesan el Kabira ya girêdayî bajarê Xan Yûnisê êrişî dibistana Avda kir û komkujiyek pêk anî.”

Heyva Sor a Filistînê ragihand ku tîmên alîkariyê ji bo veguhastina birîndaran li nexweşxaneyên Nasir û Amal ên li bajêr dixebitin û diyar kir ku di topbarana Îsraîlê ya li ser Xaçeriya Ebû Hemîd a li navenda Xan Yûnisê de kuştî û birîndar hene.

MIROVAN GELEK CARAN CIHÊ XWE GUHERTIN

2 milyon filistîniyan ji 7’ê Cotmeha 2023’yan ve êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê dest pê kir, gelek caran neçar man koç bikin. Xan Yûnis yek ji wan cihan bû ku herî zêde koçberî lê dihat kirin lê ji ber êrişan gelek caran xelk neçar ma Şerîda Xezayê bi cih bibe.

Li gorî daxuyaniyên dawîn li Xezayê di êrişan de herî kêm 38 hezar û 243 filistînî hatine kuştin. 88 hezar û 33 filistînî jî birîndar bûne.