Li Xakurkê agirê Newrozê geş bû

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê Newroz pîroz kirin.

Li Xakurkê agirê Newrozê geş bû
24 adar, 2024   15:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Gerîlayên HPG û YJA Starê li herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê Newroz pîroz kirin.

Gerîlayên ku ji bo pîrozkirina Newrozê li hev kom bûn, agirê Newrozê dadan û li dora êgir govend gerandin.

Gerîlayan diyar kirin ku bi ruhê Kawayên Hemdem wê agirê Newrozê geş bikin.

Gerîlayan destnîşan kirin ku ji her demê bêhtir bi rengekî amadeyî wê pêvajoyê pêşwazî bikin û bi ruhê serketinê şer bikin.