Li gelek bajaran pîrozbahiyên Newrozê

Li Edene, Antalya û Enqereyê pîrozbahiyên Newrozê tên lidarxistin.

Li gelek bajaran pîrozbahiyên Newrozê
24 adar, 2024   16:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Pîrozbahiyên Newrozê îro jî li gelek bajaran didomin. Îro li Edene, Antalya û Enqereyê agirê Newrozê hat  vêxistin.

Di pîrozbahiyê de dirûşmên "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin", "Jin, Jiyan, Azadî", "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana zindanan" hatin qîrîn. Gelek kes bi kincên xwe yên gelêrî tevlî pîrozbahiyê bûn.

Di dema pîrozbahiyê de polîsan ji ber pankarta ciwanan hewl dan tevlîhevî û rageşiyê çêbikin.

Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan ên di Nobeda Edaletê de ne çalakiya xwe li qada Newrozê dewam kirin.

Ciwanan ji bo piştgiriya bi girtiyan re strana "Mehkûmên Azadiyê" gotin û daxwaza azadiya Rêberê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd kirin.

Di çalakiyê de ji bo bîranîna Kemal Kûrkût jî pankart hatin hildan.