Li dijî hêzên Şamê êrişa bombeyî

Li gundewarê rojavayê Derayê li dijî hêzên hikumeta Şamê êrişeke bombeyî hat kirin.

Li dijî hêzên Şamê êrişa bombeyî
24 adar, 2024   14:17
NAVEDNA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), li dijî hêzên hikumeta Şamê êrişeke bombeyî hat kirin.  SOHR’ê ragihand ku êriş li ser rêya di navbera bajarê Newa û girê Cabiyê yê rojavayê Derayê pêk hatiye. Heta niha nehatiye zanîn ka kuştî û birîndar hene yan na.

Çend saet berê, li bajarê Tefesê yê rojavayê  Derayê di êrişekê de 2 çekdarên komên xwecih hatin kuştin.

Li gorî  daneyên SOHR, ji destpêka îsal ve  li parêzgeha Derayê di encama 66 bûyerên tevliheviya ewlehiyê de a 79 kes hatin kuştin.

(bb)