Li Urdunê bi beşdariya Wezîrê Pêşmergeyan civînek leşkerî hat organîzekirin

Di civîneke leşkerî ya Urdunî, Sûriyeyî û Îraqî bi beşdariya Herêma Başûrê Kurdistanê de ewlehiya herêmê û sînorê, xurtkirina hevrêziyê ji bo rûbirûbûna gefan û xeteriyên li ser sînor hatin nîqaşkirin.

Li Urdunê bi beşdariya Wezîrê Pêşmergeyan civînek leşkerî hat organîzekirin
11 tebax, 2026   18:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Urdunê, civînek bi beşdariya serfermandarên Urdun, Sûriyeyê, Îraq û Wezîrê Karûbarên Pêşmergeyan ê Herêma Başûrê Kurdistanê hat lidarxistin. Di civînê de ewlehiya herêmê û sînorê û rêbazên xurtkirina hevrêziyê ji bo rûbirûbûna gefên sînoran derbas dikin, hatin nîqaşkirin.

Hêzên Çekdar ên Urdunê di daxuyaniyekê de diyar kir ku di civînê de hejmarek doz, weke ewlehiya herêmê û sînor, rêbazên xurtkirina hevrêziyê û hevkariyê ji bo rûbirûbûna hemû gef û xeteriyên sînoran derbas dikin hatin gotûbêjkirin.

(fr)