Li dijî şervanên Tûgaya Qamişloyê êriş

Çekdarên nenas êrişî şervanên Tûgaya Qamişloyê ya Wezareta Parastinê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê kirin.

Li dijî şervanên Tûgaya Qamişloyê êriş
11 tebax, 2026   19:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Çekdarên nenas li gundewarên Qamişloyê êrişî şervanên Tûgaya Qamişloyê ya Wezareta Parastinê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê kirin.

Li gorî agahiyên destpêkê, êrişî li devera di navbera benda kontrolê ya başûrê Qamişloyê û gundên herêma Til Birakê de pêk hat.

Heya vê kêliyê der barê nasnameya êrişkaran û encamên êrişê de daxuyaniyên fermî nehatin dayîn.

(bb)

ANHA