Li Ukraynayê navendeke tenduristiyê hate bombebarankirin

Ukraynayê ragihand ku navendeke tenduristiyê û hin deverên din rastî êrişekê hatin û di encamê de çend kes birîndar bûn.

 Li Ukraynayê navendeke tenduristiyê hate bombebarankirin
1 adar, 2025   11:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarên Ukraynayê ragihand ku balafirên bêmirov ên Rûsyayê navendeke tenduristiyê û hin deverên din ên li Kharkivê duyemîn bajarê herî mezin ê Ukraynayê, bombebaran kirin û herî kêm 5 kes birîndar bûn.

Parêzgarê herêmê Oleh Synyehubov di peyamekê de li ser Telegramê got, 8 balafirên bêmirov ên Rûsyayê 3 dever li navenda bajêr bombebaran kirin.

Synehubov aşkera kir ku 5 kes birîndar bûne, lê şaredarê bajêr Igor Terekhov got hejmara birîndaran 7 e.

Li bendera Odessayê ya li başûrê Ukraynayê jî, ji ber êrişa bi balafirên bêmirov agir bi malekê û kargehekê ket û di encamê de kesek mir û kesek jî birîndar bû.