QSD’ê êriş têk birin: 8 çete hatin kuştin

Şervanên QSD’ê êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li eniyên Bendava Tişrînê û Pira Qereqozê têk birin. 8 çete hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn.

QSD’ê êriş têk birin: 8 çete hatin kuştin
1 adar, 2025   10:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya 24 saetên dawîn a şer ragihand.

Daxuyaniya QSD’ê wiha ye:

"Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê duh (În) êrişên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetir kirin.

Bendava Tişrînê; balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker rêzeêrişên xwe li gundewarên derdora Bendava Tişrînê dewam kirin. Di heman demê de bi obîsên giran herêm topbaran kirin. Balafirên şer tevahiya şeva pêncşemê êriş li ser herêmê domandin. Êrişan heya sibeha înê saet 05.00’an dewam kir. Cihên karkeran û derdora wan jî bi obîsan hatin topbarankirin û di encamê de zirarên madî çêbûn.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi desteka balafir û obîsan êrişî nuqteya hêzên me ya li derdora Girê Syriatel kir. Şervanên me bersiva êrişê da û şer derket. Di encamê de çeteyek hat kuştin. Li eniya Ebû Qelqel-Girê Syriatel jî çeteyan êrişeke din kir. Şervanên me bersiva êrişê da û şerekî giran rû da. Di êrişa têkçûyî de 4 çete hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn, çeteyên din jî ji qadê reviyan. Li gundê Etşana jî çeteyan êrişa sêyemîn pêk anî. Şervanan dîsa bersiv da û pevçûnê rû da. Di encamê de 3 çete hatin kuştin.

Eniya Qereqozaqê; derdora Pira Qereqozaqê bi obîsên giran, tank, roket û hawanan bi dijwarî û ketober hat topbarankirin. Di çarçoveya êrişan de gundên Tîna, Cada, Bîr Hiso, Xeseq, Mehla û Sinaa, girê Sêvê û Qereqozaqê bi zêdetirî 60 guleyan hatin topbarankirin. Di encamê de zirarên madî yên mezin li mal û milkên sivîlan bûn.

Duh tevahiya rojê, balafirên şer û yên bêmirov li asîmanê Kobanê û gundewarên wê û Eyn Îsayê digeriyan.

Bîlançoya duh: 8 çete hatin kuştin û 5 çete jî birîndar bûn."

(bb)