Hêzên Îranê kolberek qetil kir

Li gorî agahiyan kolberek Kurd yê xelkê bajarokê Serpêl Zehaw di encama êrişa hêzên Îranê de jiyana xwe ji dest daye.

Hêzên Îranê kolberek qetil kir
1 adar, 2025   11:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeyek Kolbernewsê, duh kolberê Kurd yê bi navê Şehanam Zahîrî Nejad (35) yê xelkê gundê Milerulan ya ser bi bajarokê Serpêl Zehaw ya ser bi bajarê Kirmaşan, di encama êrişa hêzên Îranê de jiyana xwe ji dest daye.

Hate diyarkirin, bê ku hêzên Îranê hişyarî bidin, raste rast gule berdane kolber û kuştine. Li gorî heman çavkaniyê, Şehanam Zahîrî Nejad bavê 3 zarokan e.