Li Ukraynayê di êrişa Rûsyayê de 3 kes hatin kuştin

Di êrişa Rûsyayê ya li devera Balaklia ya bajarê Xarkîvê de 3 kes hatin kuştin û 10 kes birîndar bûn. Zelensky got di hefteya borî de Rûsyayê nêzî hezar êriş kirine.

Li Ukraynayê di êrişa Rûsyayê de 3 kes hatin kuştin
17 mijdar, 2025   12:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarên Ukraynayê ragihand li devera Balaklia ya kantona Xarkîvê ya rojhilatê welêt di êrişa bi moşekekî ya Rûsyayê de 3 kes hatin kuştin, her wiha 3 jê zarok 10 kes birîndar bûn.

Serokê rêveberiya leşkerî ya bajêr Vitaly Karabanov bi rêya Telegramê got: “Êriş bi şev hatiye kirin û rasterast navenda bajêr hatiye hedefkirin. Ev bû sedema qurbaniyan û zirar daye gelek avahiyan.”

Vitaly Karabanov da zanîn ku 9 birîndar rakirin nexweşxaneyê û got tîmên awarte xebatên rizgarkirinê û nirxandina ziraran didomînin.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky jî duh êvarî daxuyand ku Rûsyayê vê hefteyê nêzîkî hezar êriş bi dronên şer û bombeyên KAB û fuze pêk aniye. Zelensky ev êriş wekî yek ji yên herî dijwar ji destpêka şer ve nirxand.

(bb)