Li Humsê 2 êrişên bombeyî

Li taxa Kerem El Zeytûn a Humsê bi bombeyan êrişî 2 malan hat kirin. Di encama êrişê de zirarên madî çêbûn.

Li Humsê 2 êrişên bombeyî
Li Humsê 2 êrişên bombeyî
Li Humsê 2 êrişên bombeyî
Li Humsê 2 êrişên bombeyî
17 mijdar, 2025   11:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Li taxa Kerem El Zeytûn a Humsê çekdarên nenas 3 bombe avêtin 2 malan. Di encama êrişê de zirarên mezin ên madî çêbûn.

Nûçegihana me ji Humsê ragihand ku êrişa yekemîn li Kolana 26’an hatiye kirin û got ji ser banê xaniyekê bombe avêtine malekê.

Nûçegihana me diyar kir ku piştî êrişa yekemîn bi demeke kurt çekdaran li Kolana 24’an 2 bombeyên din avêtin maleke din û di encamê de wêraniyeke mezin çêbû.

(bb)