Serokatiya rûhanî ya Durziyan îdiayên hikumeta veguhêz derewandin

Berdevkên Serokatiya Rûhanî ya Misilmanên Miwehidîn ên Durzî îdiayên hikumeta veguhêz ên li ser şandeyên wan li Urdunê, derewandin û got armanc ew e ku kiryarên xwe li dijî herêmê rewa bikin.

Serokatiya rûhanî ya Durziyan îdiayên hikumeta veguhêz derewandin
17 mijdar, 2025   12:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyayên ser bi hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ve îdia kiribû ku hevdîtin di navbera nûnerên Siwêdayê û hikumetê de li Urdunê çêbûne û li ser mijarên Siwêdayê nîqaş çêbûn.

Serokatiya Rûhanî ya Miwehidînên Durzî yên Siwêdayê ev îdia red kirin. Serokatiyê her daxuyanî yan dan û standineke li ser navê şêniyên Siwêdayê bi "xapandin û paşguhkirina biryarên navneteweyî" bi nav kirin.

Serokatiyê ji ajansa me re diyar kir ku daxwazên wê zelal in, pêdivî bi hevdîtin an kongreyan bi aliyên din re nîn e. Her wiha destnîşan kir ku biryarên navneteweyî yên dewletên garantor ji dîroka ragihandina agirbestê ve pêk nehatine û got: "Ev şande kî ye? Kê ew hilbijartiye û erkdar kiriye? Çima çû Urdinê? "

Serokatiyê her wiha diyar kir ku hikumeta veguhêz bi van îdiayan hewl dide kiryarên xwe yên dijminane û tolê rewa bike.

Serokatiyê diyar kir ku sextekirin, berevajîkirin û komplo ji bersivên van pirsan aşkera dike û îdiaya temsîla Siwêdayê ji aliyê şandeyên nefermî ve ne rast in.

(bb)

ANHA