Li Ukraynayê 19 kes hatin kuştin

Li gorî rayedarên Ukraynayê, di êrişa hêzên Rûsyayê ya li ser bajarê Kryvyi Rih ê li navenda welêt de, zarok jî di nav de 19 kes hatin kuştin.

Li Ukraynayê 19 kes hatin kuştin
5 nîsan, 2025   11:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarên Ukraynayê ragihand ku hêzên Rûsya duh êrişî bajarê Kryvyi Rih ê li navenda welêt kir û di encamê de herî kêm 19 kes hatin kuştin ku 9 jê zarok in.

Çavkaniyên xwecih li ser Telegramê ragihand ku moşekek li avahiyên şêniyan ketiye û di encamê de 18 kes hatine kuştin û şewat derket.

Rêveberê Rêveberiya Leşkerî ya bajêr Oleksandr Vilkul jî da zanîn ku di êrişa bi balafireke bêmirov de kesek hatiye kuştin.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku civîna fermandarên yekîne û perwerdekarên rojavayî ya li xwaringehekê hatiye armanckirin.

(bb)