Li Şêxmeqsud-Eşrefiye hêzên ewlekariyê li ser kar in

Piştî peymana di navbera Meclisa Sivîl a Taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê yên Helebê hat îmzekirin û derketina hêzên leşkerî, li herdu taxan Hêzên Ewlekariya Hundirîn hemû erkên parastinê girtin ser xwe. 

Li Şêxmeqsud-Eşrefiye hêzên ewlekariyê li ser kar in
5 nîsan, 2025   11:57
HELEB
MIHEMED EBDO

Di çarçoveya bicîhanîna xala şeşemîn a peymana di navbera Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd- Eşrefiyê û Desthilata Şamê roja 1’ê Nîsanê (2025) hatibû îmzekirin de, hêzên leşkerî duh (4 Nîsan 2025) ji her du taxan derketin. 

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) jî bi daxuyaniyekê diyar kiribû ku ewê li gorî peymanê tevbigerin û erkên ewlekariya herdu taxan dewrî Hêzên Ewlekariya Hundirîn bikin.

Piştî derketina hêzên leşkerî, ekîbên Hêzên Ewlekariya Hundirin li herdu taxan hemû berpirsyarî girtin ser xwe.

Rêvebera Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Taxên Şêxmeqsûd û Exrefiyê Arîn Ebdo têkildarî mijarê agahî dan ANHA’yê û da zanîn ku ew niha erkên xwe yên parastinê pêk tînin. Arîn Ebdo destnîşan kir ku ezmûna wan a zêdetirî deh salan a parastina taxên Şêxmeqsûd û Exrefiyê heye û ew ê hemû pêkhateyên herdu taxan bi parêzin. Arîn Ebdo anî ziman ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo bicîhanîna erkên xwe, beşên cuda ava kirine û ji her beşekekê jî plansazî hatine derxistin.

ANHA