3 şervanên QSD’ê di qezayekê de şehîd bûn

Şervanên QSD’ê Hebûn, Çiya û Leşker Kobanê li ser rêya Reqa- Hesekê di encama qezayekê de şehîd bûn.

3 şervanên QSD’ê di qezayekê de şehîd bûn
5 nîsan, 2025   11:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê der barê şehadeta 3 şervanên xwe de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di dauxyaniyê de hate gotin: "Şervanên me Hebûn (Ebdulqadir Ehmed Ehmed), Mihemed Mihyedîn Kenco (Çiya) û Necîb Îsmaîl Keriho Eto (Leşker Kobanê) dema ji bêhndana li cem malbatên xwe vedigeriyan karê xwe li ser rêya Reqa-Hesekê qeza kir û şehîd bûn."

Di daxuyaniyê de sersaxî ji QSD û malbatên şehîdan re hat xwestin û heya pêkanîna xeyalên şehîdan soza domandina têkoşînê hate dayîn.

Li gorî daxuyaniyê, agahiyên der barê nasnameyên şehîdan de wiha ne:

Nasnav: Hebûn

Nav û paşnav: Ebdulqadir Ehmed

Navê dayikê: Aysel

Navê bav: Ehmed

Cihê jidayikbûnê: Kobanê

Cih û dîroka şehadetê: Rêya Reqa-Hesekê- 3 Nîsan 2025

******

Nasnav: Çiya

Nav û paşnav: Mihemed Kenco

Navê dayikê: Wedha

Navê bav: Mihyedîn

Cihê jidayikbûnê: Kobanê-gundê Hilincê

Cih û dîroka şehadetê: Rêya Reqa-Hesekê-3 Nîsan 2025

*****

Nasnav: Leşker Kobanê

Nav û paşnav: Necîm Keriho Eto

Navê dayikê: Nîroz

Navê bav: Îsamîl

Cihê jidayikbûnê: Kobanê-Gundê Mexaric

Cih û dîroka şehadetê: Rêya Reqa-Hesekê-3 Nîsan 2025.

(bb)