li Tirkiyeyê û Bakur jin li hember hewldanên qirkirinê têkoşîna hebûnê didin-Hêvîdar XALID

li Tirkiyeyê û Bakur jin li hember hewldanên qirkirinê têkoşîna hebûnê didin-Hêvîdar XALID
14 November 2023   03:42

Li Tirkiye ji dema ku Recep Tayyîp Erdogan gihaşt ser desthilatê ve, guhertinên mezin çêbûn. Encamên van guhertinan, di serî de ji bo jinan, li ser jiyana tevahî beşên civakî taluke ne. Şopdarên rewşa Tirkiyeyê asta zext, şerê taybet û binpêkirinên mafên ku pergala serdest a Erdogan li dijî tevahî pêkhate û saziyên civakê pêk tîne, dibîne. Pergala serdest bi van kirinan, dixwazin muxalif û parêzvanên mafên mirovan û rojnamevnan bişkîne.

AKP′ê ji destpêkê ve guhertin di çanda civaka laîk pêk anî û hêvî hêdî ev çand veguherand îslama siyasî ku ji bo xizmeta ajnîdeyên xwe yên îxwanî bi kar tîne. Ev siyaset bi mîlyonan jin neçarî lixwekirina hîcaba kir. Her wiha partiya navborî li seranserî welat dibistanên olî ava kirin û ji budceya perwerdeyê bi mîlyaran dolar ji bo dibistanên imam û xetîbên olî veqetand, dîsa bi sedan mizgeft li seranserî Tirkiyeyê ava kirin. 

Erdogan di destpêkê de siyasetek taybet li herêmên Kurdan meşand û bi gotinên populîst û sozên derew hewl da Kurdan bikişîne aliyê xwe. Lê dema ev hewldan bi ser neket bi awayên curbecur ên bêexlaqî hewl da tevlihevî û hejariyê di nav gel de belav bike. Di serî de deverên ku erdhej lê rû dabûn, tevahî bajar û bajarokên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rastî qeyranên civakî tên, lê dewletê heta niha tu gav ji bo pêkanîna projeyên xizmetguzarî û aborî yên jiyanî yên ji bo berjewendiyên gel, jin û civak neavêtiye, berovajî vê yekê tevlihevî û bêkariyê di nava gel de belav dike. Ji vê zêdetir ji ber şerê taybetî ku bi awayekî sîstematîk dimeşîne, bi sedan ciwan neçarî koçberî, bikardanîna medeyên hişbirê û sîxurtiyê bûn. Di encama vê yekê de alozî kûrtir bûn û cihekî ewle jin û ciwanan neman.

Hikumeta AKP′ê dijminê jinan e û gendeiyê di binesaziya civakî de belav dike. Her wiha siyaset û planên pêşxistinê asteng dike, dîsan jî jinan ji nirxên wan dûr dixe û wan teşwîqî bikaranîna madeyên hişbirê û fihûşê dike. Pergala serdest a Tirkiyeyê çanda klûbên şevê û kazîno belav dike. Ev pergal ji jinên bi hêz ên azad ên rêxistinkirî û ji ciwanên zane ditirse, lew ra wan bedşarî qadên ne layîq wan dike.

Erdogan siyasetên şerê taybet, bi rêya belavkirina tundî, tirs, hejarî, koçberî û sîxurtiya bi zorê dimeşîne û jinan neçar dike da ku werin lîstokên wê yên qirêj û wan ji nirxên wan û rêxistinbûnê dûr bixe û di encamê de civak bê rêxistin bihêle. Ji ber civaka ne rêxistinkirî bêparastin dimîne û bi hêsan çanda wê qir dibe. Em her roj bi bûyerên tundiyê li ser jinên Kurd ji aliyê leşker û polîsan ve, bi dehan bûyerên revandina jinan û bi sedan jinên ku di nava şert û mercên ne diyar, dibihîzin. Li Tirkiye roj bi roj mafên jinan pêşde diçe û hemû cûreyên siyaset û kirinên derexlaqî û dermirovî têne kirine. Her wiha êrişên li ser jin û bedena wê tên kirin, da ku çand û nasnameya wan a raseqîn were têkbirin.

 Em tev dizanin ku AKP′ê çawa li jinan dinêre. Li gorî AKP′ê, jin ji bo malê û anîna zarokan e û nabe li cihê giştî bikenin û kortajê bikin û nabe cilan li gorî kêfa xwe li xwe bikin.

Berpirsên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) di civîneke çapemeniyê de ragihand ku berpirs û faîlên tevahî sûcên destdirêj, êrişên zayendî û tundiyê ku li bajarên Kurdan têne kirin, dewlet û alîgirên Erdogan in. Berpirsên HEDEP′ê destnîşan kir ku di serî de li herêma Nisêbînê asta van sûcên mezin zêdetir bûye. Berpirsên HEDEP′ê sedema van sûcan spartin hesab nepirsînê û siyasetên dewletê  ku çavê xwe li van sûcan digire. Eger ceza hebe jî sivik in. Ev siyaset jî sûcdaran teşwîq dike ku sûcan dûbare bike. Ji vê zêdetir dewlet sûcdaran diparêze û di piraniya deman de têne xelatkirin.

Ji mînakên siyasetên şerê taybet ku li dijî jin û zarokan têne kirin; li Nisêbînê kesê bi navê `′Eyûb. K.′′ destdirêjî li 4 zarokên keçîn kir. Dema mamosteya zarokan ev agahî da aliyên peywendîdar, rûniştina darizandina ya ′′Eyûb. K.′′ di 30′yê Cotmeha borî pêk hat. Ruxmî îfadeya mexdûran û delîlên bi dîmen û belgeyan, lê dadgehê biryara serbestberdana sûcdar "Eyûb. K." da ku alîgirtiya xwe bi dewletê re anîbû ziman. Ev dide nîşandan ku dadwer û sûcdar li hev kirin.

Li kêla şerê taybet jî, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê asta tundiya li ser jinan zêdetir bûye, nemaze piştî ku Erdogan ji peymana Stenbolê ya têkildarî têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan vekişiya. Di serdema desthilata Erdogan de rêjeya tundiya li ser jinan ji sedî 75 zêde bûye. Her wiha li pişt perdeyan sûcên hovane û îşkencekirinê zêde bûne. Ev sûc ji aliyê rêxistinên jinan û yên hiqûqî ve bû cihê hêrs û nerazîbûneke mezin. 

Li gorî rapora meha Cotmehê ya Platforma Em ê Pêşî li Cînayetên Jinan Bigirin (KCDP), di meha Cotmehê de 18 jê bi awayekî guman bi giştî 37 jinan jiyana xwe ji dest dan. Hat destnîşankirin ku ji 19 jinên hatine qetilkirin 5 jê ji ber hincetên weke daxwaza hevberdanê, nexwestina silhê bikin an jî nexwestine bizewicin, yek jî bi hinceta nîqaşên rojane hatiye qetilkirin. Her wiha hat gotin ku sedema mirina 13 jinên hatine qetilkirin jî nehat zanîn. Di raporê de hat gotin ku ji sedî 68’ê jinên li mala xwe û ji sedî 63’yê jê bi çekê hatine qetilkirin. Platforma Em ê Pêşî li Cînayetên Jinan Bigirin (KCDP) di raporê de diyar kir ku di kêmî rojekê de 3 jin li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê têne qetilkirin. Ev dide nîşandan ku li Tirkiye û Bakur qirkirineke rasteqîn li dijî jinan heye.

Lihevkirnên navneteweyî yên parastina mirovan, bi biryara yek zilamî hatine sekinandin. Ev jî ji bo bo jinan gaveke mezin a ber bi paşde ve ye. Erdogan li ser sedema vekişandina ji peymana Stenbolê got: "Li Tirkiye ev peyman tevna civakî zaîf dike, nirx û saziya malbatê ji hev dixe." Erdogan bi van daxuyaniyên vala û xîtaba xwe ya zayendperst zîhniyeta qetilkirina jinan rewa dike, sûcên li dijî wan têne kirin vedişêre û diyardeya qetilkirina wan paşguh dike. Her wiha qanûn mafekî mezin dide dadgehan  û biryaran dixe destên wan da ku cezayên sûcdarên li dijî jinan sûcan dike, sivik bike.

Mijara binpêkirinên dermirovî ku li dijî jinan têne kirin êdî helwesta Erdogan tenê derbas nake, lê belê mijara binpêkirinan girêdayî xwezaya navenda dayîna biryara siyasî û pergala dozgeriyê ya Tirkiyeyê, ku di mijarên jinan de nêzîkatiyên baviksalarî hilgirtine. Nefreta Erdogan a ji mafên jinan re her tiştî derbas dike. Vekişîna Erdogan ji peymanê bû sedema hêrseke mezin a jinên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê.

Erdogan xwedî xeteke baviksalar e, ev xet li tevahî saziyên dewletê û berpirsên wê serwer bûye. Erdogan, an parlamenter an jî wezîr dikarin bi hêsanî daxuyaniyên zalimane li hemberî jinan bidin û wan biçûk bixin. Daxwazên jinan neyên bersivandin, ji ber ku partiya siyasî ya serdest kêyfî nêzîk dibe. Rejîma Erdogan a serwer tevahî dibistanên laîk veguherandin dibistanên olî, da ku şagirt pirsan nekin û bêyî fikirandinê her tiştên werin gotin, qebûl bikin. Rejîma serdest bi vê yekê naxwaze wekhevî di navbera beşên civakê de pêk were û jin bi hemû rêbazan werin çewisandin. Desthilata Tirkiyeyê parêzvanên mafan ceza dikin û tundî û cudekariyê dimeşîne.

Li Tirkiyê di partiyên siyasî yên wekî AKP′ê, Partiya Gel a Komarî (CHP)  û MHP′ê de jin tenê rûyê partiyan tê dîtin, lê di Partiya Demokratîk a Gelan û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê  ya Gelan (HEDEP) de, jin ji bo parastina jinan û destkeftiyên ku bi dest dixin, roleke aktîf û xurt pêk tînin û têkoşîneke îdeojîk pêk tînin.

Ji jinan tê xwest, xwe birêxistin bikin û asta têkoşînê xurt bikin. Divê jin ji mafên xwe neyên xwarê. Divê li hemberî ragihandina ser bi Erdogan ve yê dibêje "Peymana Stenbolê nirx û saziya malbatê ji hev dixe" rabin. Divê jin bi dengekî xurt biqîre ku tundî, qetilkirin û siyasetên çewsîner ne aqubeta wan in, lê armanca wan vegerandina jiyanê ye ku Erdogan hewl dide ji dest wan bide. Divê jin mil bi mil bisekinin û hevgirtina xwe ava bikin da ku têkoşîna dîrokê qezenc bikin û çalakiyên li dijî siyasetên şerê taybet pêş de bibin. Jin tenê bi parastina nirxên jinan, bi rêxistinbûyîn û bi xurtkirina piştevaniyê  dikarin pergala parastinê li hemberî rêbazên şerê taybet ê nûjen û îdeolojiya modernîteya kapîtalîstê pêş bixin. Divê jin vî şerî teşhîr bikin. Divê jin ji bo avakirina civakeke demokratîk û ji bo pêkanîna guhertineke rasteqîn rihê têkoşînê geş bikin da ku hemberî polîtîkayên qirkirina siyasî û çandî bi ser kevin.

(bb)

ANHA