′Armanca festîvalê pêşxistina wêjeya kurdî ye′

Hevserokê Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Firatê têkildarî  Festîvala Kobanê ya Wêjeyî got: "Armanca me ew e nivîskar, rewşenbîr û hezkiriyên wêjeyê bînin gel hev  ku ji bo pêşxistina wêjeya kurdî gavan biavêjin."

′Armanca festîvalê pêşxistina wêjeya kurdî ye′
′Armanca festîvalê pêşxistina wêjeya kurdî ye′
′Armanca festîvalê pêşxistina wêjeya kurdî ye′
′Armanca festîvalê pêşxistina wêjeya kurdî ye′
14 mijdar, 2023   04:38
KOBANÊ

12′ê Mijdarê, 2′yemîn Festîvala Kobanê ya Wêjeyê ya vedora helbestvanê nemir Feqîr Ehmed bi durişma ′Ji bo peyva ku hîn nehatiye gotin, em li vir in′ dest pê kir.

Festîvala îsal ji aliyê Weşaxaneya Rojava ve û bi sponseriya Desteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê ve hatiye organîzekirin.

Têkildarî armanca lidarxistina festîvalê, hevserokê Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Firatê Ziyad Elî ji ANHA′yê re axivî û got: "Di vê pêvajoyê de ku di serî de li herêmên dagirkirî wekî Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê, êrişên qirkirina çandî ziman û wêjeyî li ser civaka me têne kirin, lidarxistina mîna vê festîvala wêjeyî li bajarê Kobanê girîng e. Ev festîval wekî bersiva li hemberî hewldanên qirkirina çandî û ziman a li ser gelê me ye."

Elî diyar kir ku armanca wan ji vê festîvalê ew e ku tevahî nivîskar, rewşenbîr û hezkiriyên wêjeyê bînin gel hev da ku karibin ji bo pêşxistina wêjeya kurdî gavan biavêjin. Her wiha got ew hewl didin da ku nifşên bê sûdê ji ezmûnên wêjeyî yên li Rojava bigirin.

Festîval dê 3 rojan dewam bike. Di festîvalê de dê semîner werin dayîn, panel, şevbuhêrkên helbestan ên bi erebî û kurdî werin lidarxistin. Her wiha pêşbirkên wêjeyî yê bi zimanên erebî û kurdî dê werin lidarxistin  û pêşangeha pirtûkan were vekirin.

Festîval ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker gelek caran hatibû taloqkirin. Weşanxaneyên; Neqiş, Ava, Ramîna, Şilêr, Zeman, Manîsa û pirtûkxaneyên Rona Bendarok beşdarî festîvalê bûne.

Rêveberiya festîvalê her sal helbestvanek Kurd hildibjêre ku festîvala bi navê wî/wê be. Îsal jî bi navê helbestvan Feqîr Ehmed hilbijariye.  Feqîr Ehmed 1942′yan li devera Pirsûsê ya Bakurê Kurdistanê jidayik bû  û di 1990′î de yekemîn dîwana wî ya helbestê derket. Di 1994 û 1998′an de 2 dîwanên din Reş-2 û Reş-3 hatin weşandin. Her wiha gelek çîrokên wî hene. Ji wan çîrokan ′′Împratoriya Med′′, ′′Azepê Kose′′, ′′Siloyê Zindê′′, ′′ Berkelê Egîd′′,  ′′Rovî û Şêr′′  û ′′Derwêşê Evdî′′.

(bb)

ANHA