Xebaşî: Ji bo Rêber Abdullah Ocalan divê heyeteke qanûnî were avakirin

Cîgirê serokê Navenda Erebî ya Lêkolînên Siyasî û Stratejîk Muxtar Xebaşî pêşniyar kir ku ji bo parastina Rêber Abdullah Ocalan heyeteke qanûnî li ser asta cîhana Ereban were avakirin.

Xebaşî: Ji bo Rêber Abdullah Ocalan divê heyeteke qanûnî were avakirin
14 mijdar, 2023   02:40
NAVENDA NÛÇEYAN
EHMED SEMÎR

10′ê Cotmeha 2023′yan de, li zêdetirî 100 bajaran, çalakî bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" dest pê kirin.

Cîgirê serokê Navenda Erebî ya Lêkolînên Siyasî û Stratejîk Muxtar Xebaşî ku yek ji beşdarên pêngava cîhanî ye, ji ANHA′yê re axivî, diyar kir ku pêngava cîhanî girêdayî azadiya Rêber Abdullah Ocalan ê ji bo pirsgirêka Kurd û tevahî gelê Kurd sembol e.

Xebaşî anî ziman ku li dadgeha ku Rêber Abdullah Ocalan lê hatî darizandin, mentiqê edalet û mafê hêviyê tune ye, ji vê zêdetir gelek qeyd û astengî li dijî wî têne kirin.

Xebaşî bi bîr xist ku peywendî di navbera Rêber Abdullah Ocalan û parêzer û malbata wê de tune ye û got: "Ev mijareke girîng e divê balê bikişînin ser û çalakiyên zêdetir ji bo vê mijarê bi taybetî bêne xwestin."

Muxtar Xebaşî pêşniyar kir ku ji bo parastina Rêber Abdullah Ocalan heyeteke qanûnî were avakirin û wiha domand: "Eger ne li ser asta navneteweyî be, bila li ser asta cîhana Ereb be. Ji bo vê heyetê divê ji tevahî welatan an ji her deverê kesayet werin hilbijartin. Divê komeke qanûnî were avakirin ku ji tevgera qanûnî dest bi xebatê bike. Di heman demê de divê komek ji bo ragihandin û siyasetê jî hebin ku balê bikişînin ser zulma li ser Rêber Abdullah Ocalan tê kirin.′′

Li gorî cîgirê serokê Navenda Erebî ya Lêkolînên Siyasî û Stratejîk Muxtar Xebaşî, ji bo mijara navborî kêmasî di alavên qanûnî de hene û got: " Divê komîteyeke were avakirin ku bi awayekî asayî kiryarên qanûnî û girtekên ku hatine girtin, encamên wan çi ne, gelo girtekên di hundirê Tirkiye de, li ser asta Bruksel û Yekitiya Ewropayê hatin girtin, binirxîne. Li ser asta dadgehan jî divê ev komîte xwedî statuya pisporiya giştî yan jî pirsporiya navneteweyî be. Çalakiyên wisa pêwîst in û gelek girîng in.′′

(bb)

ANHA