Ji Qamişloyê ji hikumeta veguhêz re: Na ji kiryarên birçîkirinê re

Bi sedan şêniyên Qamişloyê ji bo şermezarkirina bilindkirina buhayên sotemeniyê ji aliyê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ve, xwepêşandan li dar xist. Di xwepêşandanê de daxwaza kêmkirina buhayan kirin.

15 îlon, 2026   14:22
QAMIŞLO

Însiyatîfa Gel a Bajarê Qamişlo ji bo redkirina bilindkirina buhayên sotemeniyê ji hêla hikumeta veguhêz a Sûriyeyê di bin dirûşma “Na ji siyasetên birçîkirinê re” bi beşdariya bi sedan şênî, xwediyên dikanan, kargeh û ajokarên seyareyan meşek li dar xist.

Xwepêşandan ji Çerxerêya Sonî dest pê kir heta kolana sereke ya li bajêr berdewam kir, di xwepêşandanê de beşdarvan pankartên bi nivîsa “Nabe li ser debara gel lîstok çêbin”, “Çarenûsa emanete di stûyê we de”, “Divê buhayên sotemeniyê kêm bibin”, “Em jiyaneke bi rûmet dixwazin” û “Nifta me milkê gel e” rakiribûn.

Xwepêşander li Qada Çerxerêya Şehîdan rawestiyan û li wir bi navê Însiyatîfa Gel a Bajarê Qamişlo ji hêla Rojîn Mihemed Mûsa ve daxuyaniyek hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Li gorî hevpeymana 29`ê Çileyê, hemû kar û barên niftê ji bo hikumetê hat veguhastin, piştre hemû pêdiviyên jiyanê biha bûn, piştî guhertina pereyên Sûriyeyî, bêyî ku pereyên nû ji bo herêmên bên şandin, aliyên peywendîdar pereyên kevn ji sûkê vekişandin.

Herêma Cizîrê herêmeke bi xêr û bêr e, li herêmê neft, genim, av û hemû pêdiviyên jiyanê hene, lê îro bê kehrebe, kar û nan tê hiştin, ev gav bi zanebûn tên kirin, em van gavan qebûl nadin, em rê nadin ku rewşa gelê me di tengasiyê de be.”

Daxuyanî bi van gotinan bi dawî bû: “Em ê li hêviya bersiva hikumeta veguhêz bin, em dibêjin îradeya gelê me ji hemû biryaran xurttir e.”

Piştî bidawîkirina xwepêşandanê, komîteyeke şêniyan daxwazên xwe pêşkêşî gerînendeya herêma Qamişloyê Cîhan Hesam kirin.

(sb)

ANHA