Li Tirbespiyê û gundên wê parastin didome

Xelkê gundewarên Tirbespiyê ev bûye 33 roj parastina gundên xwe dike û destûrê nade pirsgirêkên ewlehiyê derkevin.

Li Tirbespiyê û gundên wê parastin didome
21 sibat, 2026   03:50
QAMIŞLO
RÊNAS REMO

Xalib Mihemed Salih Dawûd ê ji gundê Maşûqê anî ziman ku wan ji destpêka erişa li ser herêmê xwe ve bi rêxistin kiriye û wiha got: “Me ji destpêka ragihandina seferberiyê ve xwe bi rêxistin kiriye. Me hemû rêyên derbasî gundên me dibin, girtine. Nobedar û dewriyeyên şev hene. Em destûrê Nadin bi şev kesekî biyanî derbasî gund bibe. Herêma me di pêvajoyeke zehmet re derbas dibe, gelek hêz hene dixwazin li herêmê pirsgirêkên ewlehî û civakî çêkin. Ji ber vê yekê komîna me tedbîrên xwe girtine û parastina gund dike.”

Ji gundê Girbkêlê jî Luqman Omer axivî û got: “Me li gorî rêgeza şerê gel ê şoreşgerî xwe bi rêxistin kiriye. Em gundê xwe diparêzin û destûrê nadin ku pirsgirêkên ewlehiyê derkevin. Di vê pêvajoyê de divê em li hember erişên li ser gelê Kurd baldar bin û berpirsyar nêz bibin.”

ANHA