‘Divê mafên hemû pêkhateyan werin parastin’

Rêveberê Komeleya Çandê ya Suryanî Sair Ishaq diyar kir ku ew ji bo avakirina Sûriyeya siberojê geşbîn in ku mafên hemû gelan di destûrê bên naskirin.

‘Divê mafên hemû pêkhateyan werin parastin’
21 sibat, 2026   05:05
QAMIŞLO
EBAS XELEF

Suryan wekî hemû neteweyan daxwaz dikin ku di avakirina Sûriyeya pêşerojê de mafên wan werin parastin da ku her netewe bikare li ziman û çanda xwe xwedî derkeve.

Ji rêveberên Komeleya Çandê ya Suryanî ya li Tirbespiyê Sair Ishaq diyar kir ku di avakirina Sûriyeya pêşerojê de divê mafên tevahî pêkhateyan werin misogerkirin û di destûrê de hebûna wan were bicihkirin.

Sair Ishaq destnîşan kir ku civaka Suryan di dîrokê de rastî gelek zehmetiyan di milê çandî, ziman û hwd de hatiye.

Ishaq di berdewama axaftina xwe de got: “Ya herî zêde were parastin divê çand be, ji ber ku çand dîrok û nasnameya me dide nîşandan, lewre xwedîderketina li çandê girîng e.”

Ishaq da zanîn ku ew jî wek Suryan dixwazin bigihêjin mafên xwe û ev li gotinên xwe zêde kir: “Em jî wekî civaka Suryan dixwazin bigihêjin mafên xwe di Sûriyeyê de, wekî tevahî gelên ku niha lê dijîn. Li Sûriyeyê Kurd, Ereb, Suriyan û hwd dijîn. Hêviya me ew e ku di avakirina Sûriyeya pêşerojê de her kes cihê xwe bigire û di destûrê de çanda her neteweyê bê nasîn.

Gelê Suryan, di dîrokê de çanda wan hatibû windakirin. Ev pêvajoya ku em niha tê re derbas dibin hesas e, ji ber ku li herêmê roj bi roj geşedanên nû hene. Lewre ji mafê her kesî ye ku bi ziman û çanda xwe bijî, bi taybet di nivîsandina destûrê de. Hêvî dikin ji hikumeta demkî ya Sûriyeyê ku hemû pêkahte bi rengên xwe û çanda xwe bi awayekî aram bijîn."

Sair Ishaq îşaret bi biryarnameya 13`an kir ku ji hêla hikumeta demkî ya Sûriyeyê ve hat derxistin û wiha dom kir: “Ji bo me wekî Suryan cihê kêfxweşiyê ye ku ev biryar derket û em hêvî dikin ku pêkanîna wê di destûrê de were nivîsandin.”

Ishaq wiha pê de çû: “Me dît bê çawa hemî pêkhate bi hev re dijîn. Wekî mînak li Tirbespiyê ku hemî pêkhate li wir jiyana xwe didomînin û bi hev re gelek destkeftî bi dest xistin. Em hêvî dikin ku ev bibe nimûne û li her derê were pêkanîn.”

Sair Ishaq wiha gotinên xwe bi dawî kir: “Dema ku em dibînin gelê me yê Kurd bi suryanî diaxive yan Suryan bi kurdî diaxivin, em gelekî kêfxweş dibin, hêvî dikim li tevahî welêt ev yek zêde bibe. Xwedîderketin ne tenê li çanda civakekê ye lê ya tevahî gelan e.”

ANHA