Li Sehil El Xab erdên çandiniyê ziyanên mezin dîtin

Li Sehil El Xab a Hemayê 31 hezar donim erdên çandiniyê ji ber baranê zêde zirar dît û hikumeta demkî ev mijar paşguh kiriye.

Li Sehil El Xab erdên çandiniyê ziyanên mezin dîtin
21 sibat, 2026   06:05
HEMA

Li gorî komîteyên çandiniyê yên herêmê 31 hezar û 230 donimê erdên çandiniyê ziyan dîtiye. Ji wê 8 hezar û 237 donim bi temamî xirab bûne û 22 hezar û 993 doniman jî ji sedî 20-30 li herêmên Afamiya, El Ziyare, El Ceyîd û Şetha erdên çandiniyê ziyan dîtiye.

Têkildarî mijarê cotkar ji ajansa me re axivîn.

Nebîh Siûd nirinê xwe anî ziman û got: “Zeviyên me ji ber paşguhkirina Gerînendetiya Çandiniyê û Avê ziyan dît. Ew dizanin demsala zivistanê ji ber barîna baranê ev pirsgirêk derdikevin. Lê belê çima berî zivistanê kanalên av tê de biherike û paqij nekirine?”

Cotkarekî ji gundê Şetha yê nexwest navê wî were naskirin jî got: “Kanî berpirsên saziyê? Çima berî ku baran bibare karê xwe nekiriye? Eger sazî hatibana şopandin û hesab ji wan xwestibana, ev pirsgirêk dernediketin. Me ziyanên gelekî mezin dîtin û wê gelek malbat di bin deynan de bimînin.”

Desteya Pêşveçûnê û Gerînendetiya Rewşên Awarte û Karesetan di daxuyaniyeke fermî de agahî da ku wan kom çêkirine ji bo ziyanan tesbît bikin, erdên çandiniyê yên ziyan dîtine bipîvin, kanalên av tê re diherike paqij bikin û ji Wezareta Çandiniyê û rêxistinan xwestine bi cotkarên re bibin alîkar.

Çavdêran diyar kir ku diviyabû berî zivistanê ev tedbîr hatibana girtin lê ew dereng man.