Li Tirbespiyê şehîdên HPG`ê YJA Starê hatin bibîranîn

Meclisa Malbatên Şehîdan gerîlayên ku di dem û cihên cuda de şehîda bûne bi merasîmekê bi bîr anîn.

Li Tirbespiyê şehîdên HPG`ê YJA Starê hatin bibîranîn
Li Tirbespiyê şehîdên HPG`ê YJA Starê hatin bibîranîn
Li Tirbespiyê şehîdên HPG`ê YJA Starê hatin bibîranîn
Li Tirbespiyê şehîdên HPG`ê YJA Starê hatin bibîranîn
Li Tirbespiyê şehîdên HPG`ê YJA Starê hatin bibîranîn
Li Tirbespiyê şehîdên HPG`ê YJA Starê hatin bibîranîn
30 tebax, 2026   13:29
Qamişlo

Ji bo 195` gerîlayên HPG`ê û YJA` Starê yên li cih û demên cuda şehîd bûne, merasîmek bîr anînê li bajarê Tirbespiyê hat li dar xistin. 

Merasîm li hola Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) hat lidrxistin, bi dehan malbatên şehîdan, endamên saziyên civaka sivîl û şêniyên bajêr beşdar bûn.

Piştî deqeyek rêzgirtinê, hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a PYD`ê Silêman Ereb axivî.

Ereb da diyar kir ku bi saya şehîdan îro Kurd ji tune bûnê ber bi hebûnê ve diçin.

Ereb destnîşan kir ger ne ji şehîdan baya dê kurd bi qirkirinê rû bi rû maba ne, van pakrewanan xwe xistin mertal da ku em bi aramî bijîn.

Silêman Ereb di dawî de got:" Em soz didin malbatên şehîdan û gelê xwe ku em ê ji bo parastina destekeftiyan dê her di nava têkoşînê de bin, parastina destkeftiyên şehîdan ji bo me bingekeî serkeye."

Di dawiya merasîman de, senevizyona wêneyên 195` pakrawana hat pêşandan.

(ex/k)

ANHA