Asfaltkirina rêyan li Til Temirê dest pê kir

Şaredariya Til Temirê, di çarçoveya plana xwe ya giştî ya 2026`an de, dest bi asfaltkirin û nûjenkirina çend kolanên bajêr kiriye.

Asfaltkirina rêyan li Til Temirê dest pê kir
Asfaltkirina rêyan li Til Temirê dest pê kir
Asfaltkirina rêyan li Til Temirê dest pê kir
Asfaltkirina rêyan li Til Temirê dest pê kir
Asfaltkirina rêyan li Til Temirê dest pê kir
Asfaltkirina rêyan li Til Temirê dest pê kir
Asfaltkirina rêyan li Til Temirê dest pê kir
Asfaltkirina rêyan li Til Temirê dest pê kir
Asfaltkirina rêyan li Til Temirê dest pê kir
30 tebax, 2026   12:49
HESEKÊ

Di çarçoveya planên baştirkirina tora rêyan li Til Temirê, xebata asfaltkirin û nûjenkirinê çend kolanan bi dest pê kiriye. 

Rêveberê Ofîsa Teknîkî ya şaredariya Til Temirê Goran Mihemed diyar kir ku xebata asfaltkirinê li taxên başûrê rêya navneteweyî ya M4 dest pê kir. Qonaxa yekem li komînên Şehîd Arkêş û Şehîd Îbrahîm dest pê kir û xebat dê ber bi taxên mayî ve bidome.

Ev proje beşek ji hewldanên nûjenkirina binesaziya rêyan li Til Temirê pêk tên. Şaredarî li gorî pêşîniyên teknîkî, bi karanîna budceya veqetandî û asfalta berdest, dest bi sererastkirin û ji nû ve asfaltkirina kolanan kir.

(k)

ANHA