Komeleya Miştenûr aqûbeta kesên ji aliyê DAIŞ'ê ve hatine revandin pirsî

Komeleya Miştenûr ji hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê û Neteweyên Yekbûyî daxwaz kir ku aqûbeta kesên ev 13 salin ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatine revandin, were zelalkirin.

Komeleya Miştenûr aqûbeta kesên ji aliyê DAIŞ'ê ve hatine revandin pirsî
Komeleya Miştenûr aqûbeta kesên ji aliyê DAIŞ'ê ve hatine revandin pirsî
Komeleya Miştenûr aqûbeta kesên ji aliyê DAIŞ'ê ve hatine revandin pirsî
Komeleya Miştenûr aqûbeta kesên ji aliyê DAIŞ'ê ve hatine revandin pirsî
Komeleya Miştenûr aqûbeta kesên ji aliyê DAIŞ'ê ve hatine revandin pirsî
Komeleya Miştenûr aqûbeta kesên ji aliyê DAIŞ'ê ve hatine revandin pirsî
30 tebax, 2026   13:32
KOBANÊ

Komeleya Miştenûr bi boneya roja navneteweyî ya qurbaniyên wendakirinên bi zorê daxuyanî li qada Jina Azad da û ji aliyê endamê komeleyê Derwîş Karo ve hate xwendin. Malbatên ku zarokên wan hatine revandin di daxuyaniyê de amade bûn. 

Komeleyê di daxuyaniyê de got: "Kesên wendakirî tev li şerê çekdarî nebibûn, ew xwendekar, mamoste û karker bûn. Di şer de her tim ev sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin û aqûbeta wan sivîlan zelal nabe.

Ji ber vê yekê:

-Divê hikûmeta veguhêz komîteyeke taybet ava bike da ku rewşa kesên ku DAIŞ`ê ew revandine lêkolîn bike û aqûbeta wan zelal bike.

-Komîteyeke ser bi xwe ya kar û barên kesên wendakirî were avakirin û ev komîte bi hikûmeta Sûriyeyê û rêxistinên navneteweyî re di nava dan û standinê de be û rewşa kesên wendakirî zelal bike.

-Pêwîste Neteweyên Yekbûyî (NY), komîteyeke navneteweyî ya kar û barên kesên wendakirî û komîteya navneteweyî ya Xaca Sor ji bo dosya kesên wendakirî têkevin nava tevgerê de û rewşa wan lêkolîn bikin."

Her wiha komeleya Miştenûr daxwaz kir ku revandina kesên sivîl weke sûcekî li dijî mirovahiyê were pênasekirin.

Di dawiyê de weqfeyê got gihaştina heqîqetê edaletê pêk tînê û birîna malbatên kesên wendakirî rehet nabe heyanî ku aqûbeta zarokên xwe nas bikin.

(np)

ANHA