Li Tirbespiyê li bendên kontrolê xwarin hat belavkirin

Komek ciwanên gundê Sîha Piçûk xwarin li parêzvanên li ser bendên kontrolê yên bajarê Tirbespiyê û bajarokên wî belav kirin.

Li Tirbespiyê li bendên kontrolê xwarin hat belavkirin
6 sibat, 2026   17:02
QAMIŞLO

Di çarçoveya hevgirtin û piştevaniyan hêzên xwe de, komek ciwanên gundê Sîha Piçûk ê girêdayî bajarê Tirbespiyê yê Cizîrê xwarin li endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li bendên kontrolê yên bajêr û bajarokên wî belav kirin. 

Ciwanan diyar kir ku ew di her warî de li kêlek parêzvanên herêmên xwe ne.

(ex/fr)

ANHA