Li Til Temirê xebatên paqijiyê didomin

Meclisa Bajarê Til Temirê bi hevkariya Şaredariya Gel xebatê paqijiyê ya ku ji 25`ê Hezîranê dest pê kiribû, didomîne. Îro kolanên bajêr û rêya M4 ya Til Temir-Qamişloyê hatin paqijkirin.

Li Til Temirê xebatên paqijiyê didomin
Li Til Temirê xebatên paqijiyê didomin
Li Til Temirê xebatên paqijiyê didomin
Li Til Temirê xebatên paqijiyê didomin
Li Til Temirê xebatên paqijiyê didomin
Li Til Temirê xebatên paqijiyê didomin
Li Til Temirê xebatên paqijiyê didomin
Li Til Temirê xebatên paqijiyê didomin
Li Til Temirê xebatên paqijiyê didomin
Li Til Temirê xebatên paqijiyê didomin
Li Til Temirê xebatên paqijiyê didomin
6 tîrmeh, 2026   11:29
HESEKÊ

Saziyên xizmetguzarî yên bajarê Til Temir û gundewarên wê, di çarçoveya planeke heftane ya bi armanca başkirina rewşa jîngehê û xizmetguzariyê de, li kolanên bajêr û gundan xebatên paqijkirinê didomînin.

Meclisa Bajarê Til Temirê bi hevkariya Şaredariya Gel a Bajarê Til Temir di 25`ê Hezîranê de dest bi vê xebatê kiriye. Plana xebatê ji taxên rojavayê bajarê yê di erdîngariya komîna Şehîd Demhat de dest pê kir, paşê derbasî taxên başûr û navenda bajêr bûn. Ev xebat hefteyê 2 rojan (duşem û pêncşemê) pêk tê.

Di çarçoveya xebatê de, îro jî kolanên di endîngariya komîna Şehîd Ebdilîlah hatin paqijkirin. Tîmên xizmetguzariyê çop ji kolan û qadên giştî rakirin.

Di heman demê de Meclisa Bajarokê Qibûr El Qiracinê yê Til Temir jî, xebateke giştî ya paqijkirinê da destpêkirin. Di vê çarçoveyê de îro rêya navneteweyî (M4)  ya Til Temir-Qamişlo hat paqijkirin. Di qonaxên derbasbûyî de gundên Til Eyn El Ebid û El Dirdara hatin paqijkirin.

(sb)

ANHA