Hêzeke Îsarîlê derbasî gundê Seyda Colanê bû

Hêzeke Îsraîlê ket gundê Seyda Colan ê Quneytirayê û bendeke demkî ya kontrolê çêkir. Li wir lêpirsîn bi şivanan re pêk anî.

Hêzeke Îsarîlê derbasî gundê Seyda Colanê bû
6 tîrmeh, 2026   11:12
QUNEYTIRA

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku hêza Îsraîlê bi erebeyên xwe yên zirxî derbasî gundê Seyda Colan ê başûrê Quneytirayê bû û li wir bendek demekî ya kontrolê danî, paşê berê xwe dane herêma El Hanût.

Nûçgehan da zanîn ku ew hêz beriya ku li herêmê tevgera xwe bidomîne, 2 şivan sekinandin û lêpirsîn bi wan re kir.

Di 2`ê Tîrmehê de hêzên Îsraîlê bi 3 mûşekan zeviyên di navbera gundê Berîqa û bajarokê Kodna yên başûrê Quneytirayê topbaran kir. Di encamê de zirar li zeviyan bû.

(sb)