Li Til Temirê sererastkirina rêyan û li Hesekê pêngava paqijiyê didome

Şaredariya Gel a Til Temirê dest bi qîrkirina rêyan kiriye û amadekariyên sererastkirina xetên kanalîzayonan dike. Li Hesekê jî pêngava paqijkirinê gihaştiye taxa Salihiyeyê.

1 tîrmeh, 2025   12:53
HESEKÊ

Şaredariya Gel a Til Temirê ya kantona Cizîrê xebatên sererastkirin û qîrkirina rêyan da destpêkirin.

Karkerên şaredariyê ji Kolana Komîna Şehîd Demhat û Şehîd Viyan dest bi qîrkirina rêyan kir. Piştre dê kolanên taxên din jî werin sererastkirin.

Hevşaredarê Til Temirê Ridwan El Xelef der barê mijarê de diyar kir ku şaredariyê piştî bidawîkirina amadekariyan û tesbîtkirina deverên herî zerardîtî, dest bi xebatên qîrkirinê kir û got: “Tevî zehmetiyên dabînkirina pêdiviyan jî lê kar bi rêk û pêk dewam dike. Plan hene ku projeyê paşê berfireh bikin da ku têketinên gundan û deverên ku trafîk lê zêde ye jî bigire nava xwe.”

El Xelef destnîşan kir ku piştî bidawîkirina xebatên sererastkirin û qîrkirina rêyan dê 4 projeyên girêdayî xetên kanalîzasyonê li kolanên Şehîd Demhat, Şehîd Qusey, Şehîd Warşîn û gundê Til Hefyan pêk bînin.

Li bajarê Hesekê jî pêngava paqijiyê di hefteya xwe ya 13’an de dewam dike. Piştî taxên Kelasê, Neşwa, Ezîziyê, Xişman, Miftî, Til Hecer, Mişêrfê, Eskerî, Zihûr û Xiwêran, îro li taxa Salihiyê jî xebatên paqijiyê dest pê kirin.

Meclisa Bajarê Hesekê bi hevkariya Şaredariya Gel û Gerînendetiya Jîngehê di Nîsana borî de pêngaveke paqijkirina kolanan, naverê û deverên giştî dabû destpêkirin. Pêngav bi beşdariya xebatkarên şaredariyê, endamên meclis û komînan û şêniyan dewam dike.

Di çarçoveyê de belavokên li ser girîngiya paqijiya giştî hatin belavkirin û kolanên taxê hatin belavkirin.

Pêngav dê di hefteyên pêş de li hemû taxên bajêr berdewam bike.

(bb)

ANHA

TEL TEMIR