Li Quneytîrayê rojnamevanek hate destgîrkirin

Hêzên ewlehiya siyasî yên ser bi hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ve, li bajarê Quneytîrayê rojnamevanek destgîr kir.

Li Quneytîrayê rojnamevanek hate destgîrkirin
1 tîrmeh, 2025   13:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh (Duşem 30 Hezîran 2025), Hêzên Ewlekariya Siyasî yên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê nûçegihanê rojnameya El Modon a Lubnanê Nûr El Hesen destgîr kir. 

Hate diyarkirin ku hêzên ewlehiya siyasî agahî dan rojnamevan El Hesen ku serî li wan bide. Piştî ku serî li şaxê hêzên ewlehiya siyasî ya li Quneytîrayê dide, bi hinceta bêyî agahiya wê derbasî saziyên fermî bûye, hat destgîrkirin.

Rojnameya El Modon der barê mijarê de îro daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de destgîrkirina rojnamevan Nûr El Hesen hat şermezarkirin û hate diyarkirin ku rojnamevan Nûr El Hesen ji ber xebata xwe ya rojnamgeriyê hatiye destgîrkirin. Rojnameyê bang li desthilata Sûriyeyê kir ku aqûbeta Hesen diyar bike û wî serbest berde.

27’ê Hezîranê jî hêzên ewlehiya giştî ya hikumeta veguhêz rojnamevan Hesen Zaza destgîr kiribû. Heya niha aqûbeta wî ne diyar e.

(bb)