Li Til Temirê nexweşiya laşmanyayê belav bûye û derman kêm in

Li bajarê Til Temir û gundewarên derdora wê nexwşiya laşmanyayê belav bûye. Nexweşxaneya Şehîd Zaw Seng rojane bi dehan nexweşan werdigire, li nexweşxaneyê dermanên ji bo dermankirina nexweşan kêm in.

3 kanûn, 2025   04:30
HESEKE
EBDILXENÎ EL HAMAN

Li bajarê Til Temir ê kantona Cizîrê, bi belavbûna nexweşiya laşmanyayê re, fikarên şêniyan zêde dibin. Nexweşxaneya Şehîd Zaw Seng heftane zêdetirî 70 nexwaşan werdigire.

DERFETÊN NEXWEŞXANEYÊ TÊRÊ NAKIN

Daneyên ji Nexweşxaneya Şehîd Zaw Seng nîşan didin ku ev nexweşî li piraniya gund û bajarokên derdora Til Temirê belav bûye û ji destpêka Cotmehê ve hejmara nexweşan bi berdewamî zêde dibe.

Li gorî beşa nexweşiyên çerm a nexweşxaneyê, derfetên nexweşxaneyê têra dermankirina hejmara zêde ya nexweşan nake, ji ber ku her nexweşek hewceyî dermankirina berdewam e, ev jî dihêle ku nexweş demên dirêj li benda dermankirinê bimînin.

Xebatkarê Nexweşxaneya Şehîd Zaw Seng, Mihemed Hesîno got: "Li ser laşê hin zarokan zêdetirî 7 birînan hene û pirsgirêk ne tenê hejmara mezin a nexweşan e, lê di heman demê de têra hemû nexweşan derman tune ye.”

Hesîno wiha lê zêde kir: "Em hewl didin ku dermankirinê pêk bînin, lê kêmbûna dermanan dihêle ku nexweş bi belavbûna nexweşiyê re rû bi rû bimînin.”

SEDEMÊN BELAVBÛNA NEXWEŞIYÊ LI TIL TEMIRÊ

Li gorî bijîşkên li Nexweşxaneya Şehîd Zaw Seng gelek sedemên belavbûna vê nexweşiyê li Til Temirê hene û ya herî berbiçav jî cihê Til Temirê ye ku li ser qeraxên du çeman; Xabûr û Zirganê ye û ava çeman ji dema dewleta Tirk a dagirker ava wan qut kiriye, veguherîne golên gemar. Wekî din, kêmbûna kampanyayên rijandina dermanên kêzikan li bajar û gundên wê di mehên dawîn de, yek ji sedemên belavbûna nexweşiyê ye.

HEWLDANÊN MEZIN BI DERFETÊN KÊM

Tevî rewşa giran jî, ​​karmendên li Nexweşxaneya Şehîd Zaw Seng li gorî derfetên berdest tedawiyê dikin. Nexweş bi şev û roj têne pêşwazîkirin û rûniştinên dermankirinê têne pêkanîn. Rêveberiya nexweşxaneyê her wiha daxwazên fermî ji rayedarên tenduristiyê yên têkildar re dişîne da ku bi lezgînî dermanan peyda bikin.

(k)

ANHA