Koçberên Efrîn-Şehbayê doza vegera ewle kir

Koçberên Efrîn û Şehbayê doza vegera ewle li warê xwe kir û got mafê wan e ku bi aştî û ewle bijîn. Koçberan bang li rêxistinên hiqûqî û hikumeta veguhêz û dewletên garantor kir ku ji bo garantiya vegerê bi lez destwerdanê bikin.

Koçberên Efrîn-Şehbayê doza vegera ewle kir
3 kanûn, 2025   03:40
REQ
ENES MIHEMED

Di salvegera yekemîn a koçberkirina ji Efrîn û Şehbayê de, şêxên eşîran û koçberan daxwaza vegera ewle li herêmên xwe kir û da zanîn ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê êşa wan ji sala 2018’an ve zêdetir bûye.

‘KOÇBERÎ SÛCEKÎ ŞER E’

Şêxê eşîra Şêxan ê ji Efrînê koçber bûye Ednan Şêxo sala 2018’an bi "roja reş" bi nav kir û bi bîr xist ku di wê salê de şêniyan şahidî ji trajediya kuştî û wêrankirinê re kir û bi hezaran malbatan malên xwe ji dest da û neçar ma di mercên dijwar de koç bikin.

Ednan Şêxo diyar kir ku koçberî ne tenê guhertina demografîk e, di heman demê de sûcekî şer e ku şêniyan li ser koka wan, dîroka wan û erdê wan radike û nasnameya çandî û dîrokî ya herêmê îmha dike.

BANGA YEKITIYA NÎŞTIMANÎ

Şêx Ednan Şêxo anî ziman ku çareserî ne bi peymanên qismî yan jî sozên taloqkirinê ne, lê belê di yekitiya pêkhateyên gelê Sûriyeyê ye.

Ednan Şêxo di dewama axaftina xwe de got: "Em hemû Sûriyeyî ne, tu cudahî di navbera Kurd, Ereb, Xiristiyan û Durzî de nîn e. Em xwişk û bira ne, welat me hemûyan li hev dicivîne. Em naxwazin li ser bingeheke mezhebî û etnîkî bên naskirin, lê em dixwazin weke nasnameya sûriyeyî bên naskirin."

Ednan Şêxo destnîşan kir ku gelê Sûriyeyê bedêla, xwînê, hêz û binesaziyê daye, lê tevî vê yekê jî hîna vegera ewle ya li gorî peymana 10’ê Adarê ya ku Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî û serokê hikumeta veguhêz îmze kirine, pêk nehatiye.

Şêx Endnan Şêxo di dawiya axaftina xwe de got: “Em daxwaza mafê xwe yê xwezayê yê vegera bi rûmet li malên xwe û li ser erdê xwe dikin. Em qebûl nakin ku heta hetayê koçber bimînin. Vegera ewle ne tenê daxwazaeke siyasî ye, lê mafekî mirovî û nîştimanî ye.”

ÊŞA BERDEWAM Û MERCÊN DIJWAR

Menal Şêxo êşa salekê ya koçberiyê vegot û diyar kir ku şênî li benda vegera li Efrînê ne ku sembola berxwedan û hêviyê ye. Menalê destnîşan kir ku peymanên navneteweyî hîna pêk nehatiye û koçber jî di zivistanî û havînê de mercên zehmet diborînin.

Şêxo Îbrahîm jî bi bîr xist ku şêniyên Efrînê 7 sal li Şehbayê di bin topbaran û wêraniyê de borandin û di sala 2024’an de ber bi Reqayê ve hatin koçberkirin û niha di dibistanan de dimînin.

Şêxo Îbrahîm anî ziman ku daxwaza wan ew ku bi rûmetî vegerin ser axa xwe û malên xwe û bêyî dagirkerî herêmên xwe bi rê ve bibin.

Şêxo Îbrahîm di dawiya axaftina xwe de bang li civata navneteweyî, rêxistinên hiqûqî, hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û dewletên garantor kir ku ji bo garantîkirina vegera wan a ewle li ser xaka xwe dimildest destwerdanê bikin û got, vegera ewle mafekî mirovî û nîştimanî nayê jidestdayîn.

(bb)

ANHA