Desteya Enerjiyê li Meskenê xebatên berfireh dane destpêkirin

Desteya Enerjiyê ya kantona Tebqayê, di çarçoveya hewlên başkirina rewşa kehrebê û enerjiyê de, xebatên xizmetguzarî li bajarê Meskenê û gundewarê rojavayê kantonê dan destpêkirin.

Desteya Enerjiyê li Meskenê xebatên berfireh dane destpêkirin
Desteya Enerjiyê li Meskenê xebatên berfireh dane destpêkirin
Desteya Enerjiyê li Meskenê xebatên berfireh dane destpêkirin
Desteya Enerjiyê li Meskenê xebatên berfireh dane destpêkirin
Desteya Enerjiyê li Meskenê xebatên berfireh dane destpêkirin
Desteya Enerjiyê li Meskenê xebatên berfireh dane destpêkirin
Desteya Enerjiyê li Meskenê xebatên berfireh dane destpêkirin
3 kanûn, 2025   07:42
TEBQA
RÊNAD ELÎ

Ji dema kontrolkirina bajarên gundewarê rojavayê kantona Tebqayê di Kanûna 2024ˊan de ji hêla Hêzên Sûriya Demokaratîk (QSD) ve, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi rêxistinkirina bajar û bajarokan kir, saziyên xizmetguzarî û komîn aktîf kirin.

Ji nava wan herêman, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Tebqayê xebatên xizmetguzariyê li bajarê Meskenê yê kantonê yê ku li ser keviyên çemê Firatê ye dide meşandin. Sermijariya bajêr nêzî 2 hezar û 500 kes e, 30 hezar kes jî li 75 gundan e, di wan gundan de 86 komîn hene.

Girêdayî mijarê, Hevserokê Desteya Enerjiyê ya kantonê Macid El Ebdo ji ajansa me re ragihand ku ji gerên wan ên li herêmê hat diyarkirin ku gundewarê rojavayê kantonê di aliyê kehrebeyê de nêzî karesatê ye, ji lew re li ser gelek xebatên xizmetguzariyê hat erêkirin û wê ji bajarê Meskenê ve dest pê bike.

El Ebdo destnîşan kir ku gelek xebat hatin destpêkirin weke jinûve sererastkirina stasyona kehrebê ya sereke hat destpêkirin, ku bi stasyona Fransî ya ku kehrebê dide Meskenê, gundewarê wê û gundewarê El Dibsî tê nasîn. El Ebdo anî ziman ku "Ji 5 mehan ve stasyona sereke ji xizmetê derketiye û me bi stasyoneke din ku kapasîteya wê 10 mega wat e guherî, da ku kehrebeyê bidin wan deveran."

Li gorî El Ebdo daye xuyakirin, niha xebat li ser çaksazîkirian stasyona sereke tê kirin, di stasyonê de şaneyên 20 kv dixebitin û şaneyên 20 kv rawestîne. El Ebdo diyar kir ku "Em niha hewl didin ji nû ve wan şaneyan bixebitînin da ku kalîteya wê baş bibe. Li kêlek wê jî stasyon bi tevahî pêdiviyên wê tê çaksazîkirin."

El Ebdo destnîşan kir ku ev stasyona sereke ye ku kehrebeyê dide stasyona avê ya Xefse ku ew jî xebatên ava vexwarinê û avdana çandiniyê ji tevahî gundewarê rojavayê kantona Tebqayê û bajarê Helebê dabîn dike.

Li gorî desteyê, di xebata din de jî wê 28 transformên kehrebê li bajar û bajarokên Meskenê, El Dibsî, Dêr Hafir siwar bikin. Hêza transforman wiha ye; 11 transform bi kapasîteya 400 kva, 8 transform bi kapasîteya 200 kva, 9 transform bi kapasîteya 100 kva.

Li Meskenê xebat li ser kehrebeyê dest pê kiriye, heta niha 6 transform hatine siwarkirin, li gorî pêdiviya pîşeyê wê hejmar zêde bibe. Piştî xebat li vir bi dawî bibe, wê komên pîşeyî berê xwe bidin bajarên El Dibsî û Dêr Hafirê.

El Ebdo anî ziman ku wê alavên endazyariyê yên nû jî ji bo bajarê Meskenê bên dabînkirin.

Di berdewama axaftina xwe de El Ebdo anî ziman ku ev xebat, di çarçoveya plana berfireh a başkirina xizmetguzariyan li tevahî herêmê de, bi koorînaya yekser bi Desteya Enerjiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re tê kirin.

Macid El Ebdo di dawiyê de anî ziman ku beriya 15ˊan dest bi xebatan hatiye kirin û got: "Ger tu astengî li pêş komên pîşeyî dernekevin, pêşbîn e beriya dawiya salê xebat bi dawî bibin."

(ac/fr)

ANHA