Li Til Temirê ji bo vegerê dest bi qeydkirina navên koçberên Serêkaniyê hat kirin

Komîteya Kar û Barên Civakî ya Meclisa Bajarê Til Temirê, ji bo vegera koçberên Serêkaniyê li ser cih û warên xwe, dest bi pêvajoya tomarkirina navên malbatan kir.

Li Til Temirê ji bo vegerê dest bi qeydkirina navên koçberên Serêkaniyê hat kirin
Li Til Temirê ji bo vegerê dest bi qeydkirina navên koçberên Serêkaniyê hat kirin
Li Til Temirê ji bo vegerê dest bi qeydkirina navên koçberên Serêkaniyê hat kirin
Li Til Temirê ji bo vegerê dest bi qeydkirina navên koçberên Serêkaniyê hat kirin
Li Til Temirê ji bo vegerê dest bi qeydkirina navên koçberên Serêkaniyê hat kirin
Li Til Temirê ji bo vegerê dest bi qeydkirina navên koçberên Serêkaniyê hat kirin
Li Til Temirê ji bo vegerê dest bi qeydkirina navên koçberên Serêkaniyê hat kirin
10 tebax, 2026   14:06
HESEKÊ

Komîteya Kar û Barên Civakî ya Meclisa Bajarê Til Temirê, di çarçoveya xebatên vegera koçberên Serêkaniyê de, dest bi tomarkirina navên malbatên koçberên Serêkaniyê yên ku dixwazin vegerin malê xwe, kir.

Endama Komîteya Kar û Barên Civakî ya Meclisa Bajarê Til Temirê Nalîn Sîdo da zanîn ku pêvajoya tomarkirina navan îro dest pê kir, destpêkê wê navên koçberên li taxên navenda bajarê Til Temirê û stargehan dimînin bê qeydkirin.

Nalîn Sîdo da zanîn ku paşê wê navên koçberên ku li gundên aliyê Asûriyan û yên derdorê wê dimînin, bên qeydkirin.

Nalîn Sîdo destnîşan kir ku ew bi armanca birêxistinkirina karwanên ku dê vegerin û derxistina hejmarên wan xebatê didin, meşandin.

Îro karwanê yekemîn ê koçberên Serêkaniyê yên ku li kampan diman ber bi bajêr ve bi rê ket.

(sb)

ANHA