Parêzgarê Hesekê bi cotkaran re civiya

Parêzgarê Hesekê bi cotkaran re ku ji bo belavkirina tov peyman çêkiriye, civiya û li pirsgirêkên wan guhdar kir.

Parêzgarê Hesekê bi cotkaran re civiya
10 tebax, 2026   14:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed îro li avahiya parêzgariyê bi cotkarên ji bo belavkirina tov peyman çêkirine re civiya. Di civînê de berpirsê Komîteya Entegrasyonê Hesen Şêro û aliyên têkildar ên çandiniyê amade bûn.

Li gorî agahiyên li ser rûpela parêzgariyê ya Facebookê belav kirine, di civînê de parêzgar Ehmed li cotkaran guhdar kiriye. Her wiha di civînê de li ser çareserkirina pirsgirêkên çandiniyê nîqaş kirine û girîngiya pêşxistina çandiniyê li herêmê anîne ziman.

(np)