Hêzên Îranê Kolberek din qetil kir

Danê sibehê kolberek xelkê Seqiz, li navçeya Hengejalî ya ser bi bajarokê Bane di encama gulebarana hêzên rejîma Îranê de hate qetilkirin.

Hêzên Îranê Kolberek din qetil kir
10 tebax, 2026   14:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera Kolbernews ragihand ku di danê sibehê de kolberê bi navê Mihemed Tewhîd Penahî yê 25 salî û xelkê Seqiz yê Rojhilatê Kurdistanê yê, li herêmên sînorî yên Hengejalê ya ser bi bajarokê Bane di encama gulebarana rasterast a hêzên çekdar ên rejîma Îranê de hate qetilkirin.

Hat diyarkirin ku hêzên sînorî bêyî hişyarî dayînê û ji nêz gule li Mihemed Tewhîd Penahî barandine û di encamê de kolberê ciwan jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî agahiyan Mihemed Tewhîd Penah, zewicî ye û niştecihê gundê Wezmele yê ser bi navçeya Serşîw a bajarokê Seqiz ya Rojhilatê Kurdistanê ye.

Hêjayî gotinê ye ku li gorî bîlançoya Kolbernewsê, sala borî li herêmên sînorî yên parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê 26 kolber hatine qetilkirin û 31 jî birîndar bûne. Her weha ji sedan 77 ji van bûyeran, ango 44 kolber di encama gulebarana rasterast ya hêzên rejîma Îranê de qewimîne.