Li Til Temirê dewreyeke perwerdeyê bi dawî bû

Dewreya perwerdeyê ya ji bo hevserok û rêveberên saziyên bajarê Til Temerê, ku ji aliyê Nivîsgeha Perwerde û Jêhatîbûna Îdarî ve hatibû destpêkirin, bi dawî bû. Di dewreya perwerdeyê de naveroka Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan hat şîrovekirin.

Li Til Temirê dewreyeke perwerdeyê bi dawî bû
Li Til Temirê dewreyeke perwerdeyê bi dawî bû
Li Til Temirê dewreyeke perwerdeyê bi dawî bû
Li Til Temirê dewreyeke perwerdeyê bi dawî bû
Li Til Temirê dewreyeke perwerdeyê bi dawî bû
19 mijdar, 2025   17:53
HESEKÊ

Li hola Meclîsa Malbatên Şehîdên Asûrî ya li bajarê Til Temerê, dewreya perwerdeyê ji bo hevserok û rêveberên saziyên bajêr, ku ji aliyê Nivîsgeha Perwerde û Jêhatîbûna Îdarî ya Rêveberiya Xweser a kantona Cizîrê ve hatibû vekirin, bi dawî bû. 

Dewreya perwerdeyê 7 rojan bi beşdariya 30 hevserok û rêveberên saziyên bajêr pêk hat.

Di roja dawîn de, endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Ebdulxenî Oso diyar kir ku armanca dewreyê ne tenê perwerdekirin e, lê di heman demê de amadekirina kadroyên ku xwedî hişmendiya rexnegir in ku karibin li gorî projeya neteweya demokratîk xwedî biryar bin.

Di dawiya dewreyê de beşdaran diyar kir ku girîng e dewreyên wiha berdewam bikin, her dan zanîn ku perwerde kevirê bingehîn ê pêşxistina xebata sazûmanî û pêşvebirina çanda demokratîk e.

(ac)

ANHA