Artêşa Îsraîlê êrişî binesaziya Hizbullahê kir

Artêşa Îsraîlê ragihand ku hêzên wan êrişên asmanî li ser hin cihên Hizbullahê li başûrê Lubnanê pêk anîne. Îsraîlê beriya wê şêniyên 2 gundan agadar kiribû ku gundan vala bikin.

Artêşa Îsraîlê êrişî binesaziya Hizbullahê kir
19 mijdar, 2025   17:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê ragihand ku hêzên wan li dijî hin cihên Hizbullahê li başûrê Lubnanê êrişên asmanî dest pê kiriye. Îsraîlê beriya wê şêniyên 2 gundan agadar kiribû ku gundan vala bikin.

Artêşê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku "di van kêliyan de Artêşa Parastinê êriş birin ser binesaziya terorîstên Hizbullahê li başûrê Lubnanê. "

Artêşa Îsraîlê beriya niha ragihandibû ku ew ê di demeke nêzîk de êrişî binesaziya leşkerî ya Huzbullahê, li hin deverên başûrê Lubnanê bike. Artêşê şêniyên 2 gundan agadar kiribû ku gundan vala bikin.

(k)