Yekîtiya Ajokarên Reqayê 2’emîn konferansa xwe lidar xist

Konferansa 2’emîn a ku ji aliyê Yekîtiya Ajokarên kantona Reqayê hat lidarxistin, bi hilbijartina hevserokatiya nû û Meclîsa yekitiyê bi dawî bû.

Yekîtiya Ajokarên Reqayê 2’emîn konferansa xwe lidar xist
Yekîtiya Ajokarên Reqayê 2’emîn konferansa xwe lidar xist
Yekîtiya Ajokarên Reqayê 2’emîn konferansa xwe lidar xist
Yekîtiya Ajokarên Reqayê 2’emîn konferansa xwe lidar xist
Yekîtiya Ajokarên Reqayê 2’emîn konferansa xwe lidar xist
Yekîtiya Ajokarên Reqayê 2’emîn konferansa xwe lidar xist
19 mijdar, 2025   16:57
REQA

Yekîtiya Ajokaran a kantona Reqayê 2’emîn konferansa xwe bi dirûşmeya "Bi xebat û rêxistineke hevbeş, em veguhastinê ber bi pêşerojeke ewle û rêkûpêk ve dibin" li Hola Yekîtiya Parêzeran a li bajarê Reqayê li dar xist.

Nûnerên Yekîtiya Ajokaran a Reqayê, Hevserokatiya Yekîtiya Ajokaran a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, nûnerên Partiya Yekîtiya Demokratîk, Yekîtiya Esnafan, Hevserokatiya Konfederasyona Rêxistinên Civaka Demokratîk, her wiha hejmarek ji ajokaran ên Reqayê beşdarî konferansê bûn.

Di konferansê de li ser navê Yekîtiya Ajokaran, Hevseroka Yekîtiya Ajokaran a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Raniya El Ehmed diyar kir ku karê ajokar beriya ku pîşeyek be berpirsiyariyeke mezin e, ji ber ku ew jiyan û baweriyên mirovan hildigire û beşdarî tevgera aboriyê dibe. Ji ber vê yekê, pêşxistina vê pîşeyê, pêşxistina çandeke ajotina ewle û rêzgirtina li qanûnên trafîkê hemû erkên parastina her kesî ne.

Di konferansê de, peyama Rêber Abdullah Ocalan a ji eşîr û qebîleyên Ereb re, ji aliyê Hevserokê Yekîtiya Ajokaran a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Qasim Mistefa ve hate xwendin.

Konferans bi hilbijartina Wedah El Cirêcib û Aya El Hesan wek hevserokên Yekîtiya Ajokaran li kantona Reqayê û avakirina Meclisa Yekîtiya Ajokaran ku ji hevserokatî û 10 endaman pêk tê bi dawî bû. Endamên hilbijartî li ber beşdaran sond xwarin û soz dan ku ew ê edalet û dadperweriyê ji bo ajokaran pêk bînin û mafên wan biparêzin.

(ac)

ANHA