Rêveberiya Xweser pasportên berî hilweşîna Baas’ê derketine li xwediyan belav kirin

Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser a kantona Cizîrê 4 hezar û 321 pasportên ku xwediyên wan berî ketina rejîma Baas serlêdanên xwe pêşkêş kiribûn, belav kirin.

Rêveberiya Xweser pasportên berî hilweşîna Baas’ê derketine li xwediyan belav kirin
Rêveberiya Xweser pasportên berî hilweşîna Baas’ê derketine li xwediyan belav kirin
Rêveberiya Xweser pasportên berî hilweşîna Baas’ê derketine li xwediyan belav kirin
Rêveberiya Xweser pasportên berî hilweşîna Baas’ê derketine li xwediyan belav kirin
Rêveberiya Xweser pasportên berî hilweşîna Baas’ê derketine li xwediyan belav kirin
Rêveberiya Xweser pasportên berî hilweşîna Baas’ê derketine li xwediyan belav kirin
Rêveberiya Xweser pasportên berî hilweşîna Baas’ê derketine li xwediyan belav kirin
11 gulan, 2025   17:28
QAMIŞLO

Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Cizîrê 4 hezar û 321 pasportên ku xwediyên wan berî hilweşîna rejîma Baas’ê serlêdanên xwe pêşkêş kiribûn, belav kirin.

Desteyê pasport li navenda xwe ya taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo belav kirin. Pasport tenê ji bo xwediyên wan bi xwe yan jî ji bo xizmên wî di asta yekê de, anku yên herî nêz (yên ku belgeyên fermî di destên wan de ne) hatin radestkirin.

Desteyê berê bang li welatiyan kiribû ku yên berî ketina rejîma Baas’ê serlêdan ji bo pasportê kiriye, serî li navenda desteyê bidin.

Desteyê diyar kir ku bêyî tu bacan û bê pere pasport tên belavkirin û kî li hemberî radestkirina pasportan pereyan bistîne wê hesab bide.

(mh/fr)

ANHA