Li Til Koçerê pêşdeçûnên siyasî hatin nîqaşkirin

Partiya Sûriya Pêşerojê der barê şîrovekirina pêşdeçûnên siyasî li Sûriyeyê de ji xelkê bajarê Til Koçerê re civînek li dar xist.

Li Til Koçerê pêşdeçûnên siyasî hatin nîqaşkirin
2 sibat, 2025   23:06
QAMIŞLO

Partiya Sûriya Pêşerojê li bajarê Til Koçerê yê kantona Cizîrê ji xelkê bajêr re civînek li dar xist. Di civînê de pêşdeçûnên siyasî yên li qada Sûriyeyê, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê û bandorên wan li ser pêşeroja welat nîqaş kirin.

Di civînê de rûspiyên eşîran, xelk û endamên saziyên sivîl û xizmetguzarî, meclisa bajêr û Meclisa Malbatên Şehîdan beşdar bûn.

Endama Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Cahid Hesen rewşa siyasî û pêşdeçûnên li Sûriyeyê û herêmê nîqaş kirin û got lawaziya têgihîştina siyasî ji sedemên bingehîn ên dirêjkirina temenê krîza Sûriyeyê, dewamkirina qetilkirin, wêranî û pêkanîna komkujiyên ku rejîma Sûriyeyê li dijî gel dikirin bûn. Bi hilweşîna wê re welat keta qonaxeke nû û pêdivî bi zanabûnekê heye. Ji ber ku aliyên mîna dewleta Tirk hewl didin hegemoniya xwe li ser desthilata nû ya li Şamê ferz bikin ku planên xwe temam bibin.

Hesen wiha domand: "Ji dema hilweşîna rejîma Baasˋê ve dewleta Tirk a dagirker hewl dide di nava pêkhateyan de finteyê derxe ku wan bikişîne nava şer. Da ku armancên xwe yên derbekirina Rêveberiya Xweser pêk bîne."

Her wiha Hesen diyar kir ku QSDˋê ya ku li Bendava Tişrînê li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li ber xwe dide, di oxira parastina gelan ji planên dijmin e."

Hesen di dawiyê de got ev berxwedan ji bo xurtkirina destkeftiyan di qonaxa bê de girîng e û bang li hevgirtinê kir.

(fr)

ANHA