ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 3-2-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 3-2-2025
3 sibat, 2025   02:00

Bi guhertinên bilez ên jeopolîtîk ku li Sûriyeyê rû dane, tevgera çeteyên DAIŞ’ê bi awayekî berbiçav zêde bûye, ku niha hema hema rojane dikarin êrişan pêk bînin. DAIŞ êrişên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmê bi kar tîne û êrişên xwe dewam dike.

Jinên ji Kobanê diyar kir ku  ji bo parastina kolan û taxên xwe bi şevê nobedariyê dikin.

Jinên Sûriyeyê diyar kirin ku hêviya wan avakirina Sûriyeyeke pirreng e ku tê de azadî û maf û azadiya jinan bêne parastin. Jinan gotin ew ên tiştekî ji vê kêmtir nepejirînin.

Encamên krîza avhewayê û germbûna gerdûnî bandorê li çandiyê dikin. Îsal li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê baran kêm bariya. Cotkar ditirsin ku çandiniya îsal têk biçe.

Hesen Koçer biryarên dawîn ên desthilata Şamê bi gaveke nerewa ya dijberî bingehên demokratîk û mafên tevahî pêkhateyên Sûriyeyê wesif kirin û got çi pêvajoyeke siyasî ya pêşerojê bê kirin divê tevahî pêkhateyên Sûriyeyê beşdar bin, ne tenê komên çekdar, her wiha hişyarî li ser paşguhkirina pêkhateyan da.

Platforma Jinên Pêşengê Aştiyê (NGO) û Rêxistinên Civaka Sivîl der barê pêvajoya siyasî li Sûriyeyê de li hola Burc a Qamişloyê konferanseke jinan li dar dixe, (09:30)

Kongra Star li bajarên cuda yên Herêma Bakur û Rojhilatê sûriyeyê bi çalakiyan cihêreng şehîd Viyan Soran bi bîr tîne, (12:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê kantona Reqa, Tebqa û Dêrazorê ji bo parastina bendavê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ber bi Bendava Tişrînê ve dikevin rê, (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Komîteya Çand û Hunerê ya bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê ji zarokan re  li hola Meclisa bajêr şahiyekê li dar dixe, di şahiyê de govend, stran, helbest û şano tên pêşkêşkirin, (12:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Dirbêsiyê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sersaxiyê dide malbatên şervanên QSDˋê şehîd Dildar Dirbêsiyê û Kendal Kobanê, (12:00) BI WÊNE Û DÎMEN