Li Til Birakê xwedîkirina deveyan

Xwedîkirina deveyan ji karên herî kevin di civakên Ereban de ye, xwedî qîmeteke aborî û çandî ye. Li kêlek wê jî xurekê geş dike û dibe jêdera rizqê malbatên gundewaran.

Li Til Birakê xwedîkirina deveyan
Li Til Birakê xwedîkirina deveyan
Li Til Birakê xwedîkirina deveyan
Li Til Birakê xwedîkirina deveyan
11 îlon, 2025   06:59
HESEKÊ
AMIR EL EZAWÎ

Deve sembolek ji sembolên mîrasa Erebî û yek ji girîngtirîn jêderên debarê di jingehên çolistanê û ziwa de ye. Hebûna wê ji sedan salan ve bi jiyana mirovan ve girêdayî ye. Wesîleya veguhastin û bazirganiyê bû. Goşt û şîrê wê ji bo xwarin û vexwarinê tê bikaranîn û çermê wê dikeve pîşesaziyên klasîk.

Xwedîkirina deveyan li bajarê Til Birakê yê kantona Cizîrê di salên borî de bû şahideya pêşketineke berbiçav. Li bajêr zêdetirî 100 deve hene. Naxirên wan di nava bajarên Til Birak û Holê de diçêrin. Xwediyên wan ji bo çêreyan ji cihekî diçin cihekî û bi gelek zehmetiyan re rû bi rû ne. Ji wan zehmetiyan kêmbûna çêregehên xwezayî yên ji ber guhertina avhewayê ne. Li kêlek wê jî xizmetên veterîneriyê (beyterî) yên nebaş û belavbûna nexweşiyên gurî (xurî) û îltîhabê hene. Xwediyên wan van nexweşiyan bi rêbazên destpêkê derman dikin.

Hin ji xwediyên deveyan bang li aliyên eleqedarî sewalvaniyê kir ku bi rêya avakirina mezreyên weke yên li dewletên Xelîcê, pêşxistina klînîkên veterîneriyê, peydakirina derziyên guncaw, dabînkirina êm, vê beşê bi pêş bixin. Xwediyên deveyan daxwaz kir ku mîhrîcan û pêşangehan ji bo deveyan werin birêxistinkirin. Da ku qîmeta wê ya mîrasî were geşkirin û derî li pêş veberhênanên nû di vê beşê de werin vekirin.

Deve sembola resenî û mîrasê dimîne, eleqedariya wê û peydakirina jîngehek guncaw ji bo xwedîkirina wê wê aliyê aborî bi pêş bixe û bibe stûnek ji stûnên geşepêdana mayînde ya civakan.

(fr)

ANHA