‘Hikûmeta veguhêz li ser tu bingeheke qanûnî nehatiye avakirin’

Çalakvan û siyasetmedaran diyar kir ku li Sûriyeyê ji ber nebûna hevgirtina neteweyî û destwerdana derve. Hikûmeta veguhêz li Sûriyeyê li ser tu bingeheke qanûnî ya rastîn nehatiye avakirin.

‘Hikûmeta veguhêz li ser tu bingeheke qanûnî nehatiye avakirin’
11 îlon, 2025   02:35
REQA
MIZGÎN ELÎ

Derdorên siyasî li Sûriyeyê dixwazin ku pêşvajoya veguezinê li Sûriyeyê ji nû ve were sazkirin, li ser bingeha lihevkirina neteweyî û dûrî destwerdanên derve.

Çalakvan, siyasetmedar û kesayetên ji bajarê Reqayê dan zanîn ku nebûna nûnertiya rastîn ya civaka Sûriyê li pêşiya avakirina welatekî dadperwer û demokratîk dibe asteng.

Endamê Komeleya Ehl El Beyt li Reqayê Umer Dîb, got ku sedemên herî berbiçav ên têkçûna qonaxa nebûna hevgirtina neteweyî û nebûna nûnertiya hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê ye. Ev yek jî ji ber nêzîkatiyên hikûmeta veguhêz çêbşye.

Dîb destnîşan kir ku destwerdana berdewam a hêzên herêmî û navneteweyî di karûbarên Sûriyê de, bêyî ku cihêrengiya Sûriyeyê li ber çavan bigirin, astengiyeke herî girîng li pêşiya avakirina Sûriyeyeke nûjen. Dîb banga sazkirina peymaneke civakî ya nû kir rê bide hemû Sûriyeyiyan tevlî avakirina welatekî dadperwer û demokratîk bibin.

HIKÛMETA VEGUHÊZ LI SER TI BINGEHÊN QANÛNÎ YÊN RASTÎN NEHATIYE AVAKIRIN

Çalakvanê siyasî Şewax El Elî rexne li rêbaz û şêweya rêveberiyê li Şamê kir û diyar kir ku hikûmeta veguhêz a heyî "li ser ti çarçoveyeke qanûnî ya rastîn nehatiye avakirin, lê belê bi hêza çekan desthilatdarî bi dest xistiye" û ji bo birêvebirina karûbarên xwe xwe dispêre "komên çekdar ên li derveyî qanûnê".

El Elî diyar kir ku hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê nikare ewlehiya navxweyî û ewlehiya welatiyan biparêze, hikûmet di warê siyasî de têk diçe û nikare bi civaka navneteweyî re têkiliyan saz bike, ev jî bûye sedema mayîna cezayên navneteweyî.

El Elî da zanîn ku nebûna rewatiya siyasî, rewşa ewlehiyê ya xirab, hemû hewldanên ji bo avakirina dewletek qanûnî li Sûriyeyê têk dibe.

Endamê Partiya Demokratîk a Kurd a Sûriyeyê, Azad Berazî diyar kir ku "hikûmeta niha, tevî ku desthilatdariyeke veguhêz a de facto ye jî, ji ber nêrîna xwe ya yekalî û nebûna projeyek neteweyî ya berfireh, nûnertiya pêkhateyên civaka Sûriyeyê nake. "

Azad Berazî destnîşan kir ku kesên di wezaretên hikûmetê de hatine erkdarkirin "nûnertiya gelê Sûriyeyê bi hemû cihêrengiya xwe nakin, lê belê nûnertiya paşxaneyên îdeolojîk ên naskirî dikin, ku ev yek pirs ka gelo ev kes dikarin welêt ber bi ewlehî û aramiyê ve birêve bibin, derdixe holê. "

Berazî da zanîn ku Danezana Destûrî, ku diviyabû bibe binyada pêvajoya veguhêz a 5 salan û Sûriyeyê bixe ser "rêya demokrasiyê, lê heta niha, hemû gavên hikûmeta veguhêz ne li gorî daxwaz û rewşa civaka Sûriyeyê ne, ji Kongreya Neteweyî bigire heya Diyaloga Neteweyî. "

Berazî naveroka Danezana Destûrî bi tundî rexne kir, û diyar kir ku ew navendîbûna dijwa ji nû ve çêdike û desthilatên bi tevahî dixe destê serok. Ew danazaneke yek nasname, yek çand û yek reng e, ku li dijî pêkhateya cihêreng a civaka Sûriyeyê re.

Azad Barzaî di wê baweriyê de ye ku li Sûriyeyê hîna aloziya nebûna projeya neteweyî heye, her wiha da zanîn komên serdest ti ramaneke wan a neteweyî ya berfireh tune ye. Berazî destnîşan kir ku ev qonax dikare were derbaskirin ger, lê divê hêzên demokratîk û neteweyî bibin yek ji bo çêkirina projeyek siyasî ya berfireh.

(k)

ANHA