Li Til Birakê konferansa 1'emîn a komînan hate lidarxistin

Li Til Birakê bi dirûşma ‘’Komîn bingeha avakirina Aştî û Civaka Demokratîk e’’ Meclisa bajêr kenferasa 1'emîn a komînan li dar xist. Di konferansê de rêbazên pêşxistina kar, mekanîzma û performansa komînan hatin û pirsgirêkên wan hatin nîqaşkirin. Di encamê de gelek biryar hatin girtin.

Li Til Birakê konferansa 1'emîn a komînan hate lidarxistin
Li Til Birakê konferansa 1'emîn a komînan hate lidarxistin
Li Til Birakê konferansa 1'emîn a komînan hate lidarxistin
Li Til Birakê konferansa 1'emîn a komînan hate lidarxistin
Li Til Birakê konferansa 1'emîn a komînan hate lidarxistin
Li Til Birakê konferansa 1'emîn a komînan hate lidarxistin
Li Til Birakê konferansa 1'emîn a komînan hate lidarxistin
Li Til Birakê konferansa 1'emîn a komînan hate lidarxistin
Li Til Birakê konferansa 1'emîn a komînan hate lidarxistin
6 cotmeh, 2025   18:29
HESEKÊ

Meclisa bajarê Til Birakê ya kantona Cizîrê konferasa 1’emîn a komînan bi amadebûna hemû endamên komînên deverê û eşîran, her wih rêsixitin û endamên saziyên bajêr û partiyên siyasî li dar xist. Konferas li hola meclisê ya bajêr hate lidarxistin.

Di konferasê de perspektîfên Rêber Ebdullah Ocalan ên girêdayî komînan ji aliyê endama Kongra Star ya bajarê Til Birakê Ezira El Hesen ve hat xwendin û xala komînan a ku di peymana civakî de hatiye diyarkirin ji aliyê hevseroka Meclisa bajarê Til Birakê Ebila Mihemed ve hat xwendin.

Alîkarê Sekreteriya Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Cahid Hesen li ser rewşa heyî û geşedanên siyasî yên li Sûriyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê axivî û diyar kir ku bi yekbûna gelan ew ê bikarîbin hemû zehmetiyan derbas bikin.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Gelan a kantona Cizîrê Sebirî Hesen, girîngiya komînê di avakirina civakek demokratîk a hevpar de teqez kir. Her wiha Sebirî nirxandinek li ser karê komînan û pirsgirêkên sereke yên ku ew pê re rû bi rû dimînin axivî.

Piştre derfet ji bo beşdaran hate dayîn ji bo ku nerîn, pêşiniyar û pirsgirêkên xwe bînin ser ziman, nerîna beşdaran li ser aktîvkirina rola komînê di xizmet û karûbarên civakî de û xurtkirina ruhê hevkariyê axivîn.

Konferans bi rêzebiryaran bi dawî bû ji wan vekirina navendên komînan û aktîvkirina komîteyên wan, pêwîstiya hevkariya di navbera komînan û saziyên Rêveberiya Xweser de, bi aybetî yên ewlehiyê, her wiha teqeziya li ser pabendbûna bi roja komînan (Şemî) û li ser rastbûna arşîvkirina belgeyên ku ji hêla komînan ve hatine derxistin.

(ac/mh)

ANHA