Tom Barrack li ser hevdîtina bi Mazlûm Ebdî re daxuyanî da

Nûnerê Amerîkayê li Sûriyeyê Tom Barrack li ser hevdîtina xwe ya bi fermandarê QSD'ê Mazlûm Ebdî re diyar kir ku wan axaftineke cewherî ya ji bo yekbûna gelê Sûriyeyê kiriye.

Tom Barrack li ser hevdîtina bi Mazlûm Ebdî re daxuyanî da
6 cotmeh, 2025   18:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê Amerîkayê li Sûriyeyê Tom Barrack li ser hesabê xwe yê X'ê der barê hevdîtina wî û fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de, daxuyanî da.

Barrack got ku wî û Fermandariya Navendî ya Amerîkayê Bradd Cooper serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û axaftinên cewherî di gel Mazlûm Ebdî kirine.

Barrack diyar kir ku ew dixwazin derfetê bidin gelê Sûriyeyê ku bibe yek û aştî û geşiya hevbeş ava bikin.

(mh)